Serokwezîrê Îsraîlê careka din helwêsta welatê xwe ragihand ku ew daxwaza lêborînê li Tirkîyê nakin, ji ber hêrişa leşkerê Îsraîlê bo ser gemîya Mavî Marmara li sala bihûrî.
Di wê hêrişê de neh bizavkarên Tirk hatin kuştin.
Lê belê Benjamin Netanyahu roja Yekşembî got, welatê wî naxwazît ku têkelîyên wî bi Tirkîyê re aloz bibin.
Hikûmeta Tirkîyê ferman da ku balyozê Îsraîlî li Tirkîyê nemîne û hemû têkelîyên leşkerî ligel Îsraîlê ragirtin.