Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Gotara Erdogan li NY'ê, Tirkîye û Îsraîl Hevdu Rexne Dikin

Di navbera wezîrê berevanîyê yê Îsraîlê û berpirsê ragihandinê yê seroktîya Tirkîyê de, îro Pencşemê bi daxuyanîyên tund gotûbêjek pêkhat, ku hevdu tawanbar û rexne dikin.

Wezîr Îsraîl Katz û berpirsê ragihandinê yê Seroktîya Tirkîyê Burhanettin Duran, li ser gotara serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li xula 81'an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbuyî (UNGA), li ser X’ê ev nîqaş pêk anîn.

Erdogan di axaftina xwe ya roja sêşemê de, Îsraîl bi rêvebirina“siyaseteke qirkirinê” li Xezayê tawanbar kir. Wî piştgirî da avakirina dewleteke Filistînê ya serbixwe, li ser bingeha sînorên 1967’an û bi Orşelîma Rojhilat wek paytext.

Serokê Tirk hevdem bang li civaka navneteweyî kir ku zexta li ser Îsraîlê zêde bike.

Israel Katz di bersîva axaftina wî de, Erdogan wek “sultanekî kaxezî" bi nav kir û got ku “ew di gotarên azirandina dijminatîya dijî Cihûyan de xurt e, lê di warê kiryaran de lawaz e.”

Wî, Erdogan bi axaftinên dij-Cihûyanî û provokatîf, piştgirîya Hemasê û xewnên vejandina Împaratorîya Osmanîyan tawanbar kir.

Katz herwiha dîyar kir ku Dewleta Îsraîlê hêzdar e û dizane xwe çawa rêvebibe. Wî bi berdewamî ji Erdogan xwest ku ew “dev ji destwerdana Îsraîlê berde.”

“Em ne Kurd in, ne jî ew kesên bêparastin in ku ew niha jî, di van rojan de, li Tirkîyê li wan zilmê dike.

Berpirse ragihandinê yê Seroktîya Tirkîyê Burhanettîn Duran bi daxuyaniyekê li ser X’ê bersîva Katz da.

Wî got ku gotinên wîha “ne dikarin kiryarên Îsraîlê yên li Xezeyê yan jî îddiayên cidî yên ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ku hikûmeta Îsraîlê rûbirûyê ne, veşêrin.

Karbidestê Tirk, helwesta Erdoğan ya li ser Xezayê parast û got ku Tirkîye wê parêzvanîya dadmendî û aştiyê bidomîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG