Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser êrîşên Îsraîlê yên li Gaza bertekeke tund nîşan da.
Erdogan do Yekşemê di civîneke Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de, ku partîya wî ya li desthilatê ye, bê ku bi nav bike got ku ew çawa ketine Lîbya û Qarabaxê û ewê dijî wan jî wisa tevbigerin û dîyar kir ku li pêş wan ti asteng tuneye.
Li ser vê gotina Erdogan, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz bi bersîvekê ew şiband rêberê ketî yê Îraqê Sadam Husên.
Katz ji X’ê got ku Erdogan di rêka Sadam Husên de diçe û dijî Îsraîlê gefan dixwe.
Wî dîyar kir ku divê were bîra Erdogan ku li Îraqê çi qewimîye û li dawîye çi bûye.
Wezîrê Îsraîlê di peyama xwe de wêneyên Erdogan û Sadam Husên li kêlekên hevdu danîn.
Sadam Husên piştî ku hêzên koalîsyonê yên bi pêşengîya Amerîka sala 2003’an ketibûn Îraqê, sala 2006’an hatibû îdam kirin.
Wezareta Derve ya Tirkîyê, peyama Katz ji X’ê rexne kir.
‘’Ku dawîya Hitlerê komkujer çi bû ewê dawîya Netanyahuyê komkujer jî wisa be. Nazîyên komkujer çawa hesab dan, ewên hewil didin Filîstînyan tune bikin jî wê wisa hesab bidin.’’
Wê wezaretê dîyar kir ku ewê mirovahî li hêla Filîstînîyan bisekine.
Erdogan roja Yekşemê di axaftina xwe de Serokê Rêvebirîya Filîstînîyan Mahmud Abas jî rexne kir.
Serokê Tirkîyê dîyar kir ku wî ew vexwendiye, lê ew nehatiye û divê lêborînê bixwaze.
Berdevikê AKP’ê Omer Çelîk îro Duşemê got ku Abbas dîyar kiriye ku ew jiber kêşeyên saxlemîyê nikare were, lê gotiye ku ewê di rojên pêş de serdana Tirkîyê bike.
Ajansa nûçeyan ya Filîstînî, WAFA jî roja Yekşemê ji zarê Balyozê Filîstînîyan yê li Enqerê Faed Mustafa dîyar kir ku Abbas wê di demeke nêz de here Tirkîyê.
Jêder: X, NTV