Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Riyaksyonên VekişînaTirkiyê ji Peymana Îstenbulê


Tirkiye ji Peymana Îstenbul’ê bi Biryarnameyeke Desthilata Qanûnê (KHK) ya bi îmzeya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 21’ê Adarê de ji vekêşîya.

Erdogan jibo vekişînê gotibû ku Tirkîyê ne bi qanûnên navnetewî, lê bi qanûnên navxweyî wê mafên jinan biparêzin.

Gelo girîngîya Peymana Îstenbul’ê çî ye? Çima Tirkîye ji vê peymanê vekîşîya û bertekên sazî û rêxistinên jinan li Tirkîye çi ne? Gelo qanûnên heyî yên Tirkîye wê bikare jinan dijî tundî û tujîyê biparêze?

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Figen Ektî û parêzera Kadın Cinayetlerini Durduracağız Platformu ango (Platforma Emê Pêşîya Kuştina Jinan Bigirin/ KCDP) parêzer Tuba Torun mijara Peymana Îstenbul’ê nirxandin.

Figen Ektî
Figen Ektî

Endama TJA’yê Ektî balkişand ser girîngîya Peymana Îstenbul’ê û dîyar kir ku ev peyman bi tekoşîna jinan û berdelên giran hatiye amadekirin.

“Peymana Îstenbul’ê hem jibo parastina jinan û hem jibo zarokên ku dibin armanca destdirêjîya zayendî û hem jî jibo parastina mafên LGBTÎ+Q’yan girîng e û mafên wan diparêze. Bi kurtasî mafê jîyana jinan, zarok û civakê diparêze.”

Ektî bi berdewamî dîyar kir ku Peymana Îstenbul’ê mafê parastina jiyana jinê ye û vekişîna Tirkîyê ji vê peymanê wê xeterîyên mezin jibo ewlehîya jinan bi xwe re bîne.

“Serokê Tirkîye Erdogan dibêje ku qanûnên Tirkîye têra parastina jinan dike. Madem ku qanûnên Tirkîye têra parastina jinan dike çima her roj jin têne kuştin? Çima zarok têne îstîsmar kirin û çima endamên LGBTÎ+Q bi awayekî sîstematîk ji alîyê dewletê ve dibe armanca tundîya dewletê.”

Li alîyekî din parêzer Tuba Torun jî dîyar kir ku hemî alîyên ku parastina Peymana Îstenbul’ê dikin, biryara Serok Erdogan qebûl nakin.

Tuba Torun
Tuba Torun

“Yek ji sedama qebûlnekirina ji vekêşîna Peymana Îstenbul’ê ewe ku li gor qanûna madeya 90’an ya makezagona Tirkîye, di peymanên navnetewî de divê vekêşîn bi biryara meclîsa Tirkîye û derxistina qanûnekê pêk were û jiber vê yekê jî biryara Erdogan dijî qanûnan e.”

Herwiha parêzer Torun destnîşan ku ziyniyeta bixwaze jinan biparêze qanûnên heyî jî têrê dike û wiha got,

“Lê qanûna 6284’an ya parastina jinan ji Peymana Îstenbul’ê hatiye standin û li hiqûqa Tirkîye hatiye bicîhkirin. Jiber ku Tirkîye ji Peymana Îstenbul’ê vekêşîya niha talûkeya rakirina qanûna 6284’an jî derket holê û jiber vê yekê jî tirsa rakirina qanûna 6284’an jî heye.”

Hejayî gotinêye ku bîryara Erdogan hem di qada navnetewî û hem jî li nav partî, sazî û rêxistinên Tirkîyê de dibe sedema nerazîbûn û xwepêşandanan.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00


XS
SM
MD
LG