Dadgeheke Tirkîyê îro Înê biryara girtina komedyakarê navdar Denîz Goktaş da, bi îdaya ku di bernameya xwe ya stand-up de bêrêzî li serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan kirîye û "nirxên olî biçûk xistîye".
Goktaş di bernameyên xwe yên stand-up de bî gelemperî li ser rêberên siyasî û pirsgirêkên civakî yên demdirêj henekên rexnegir dike.
Komedyakar herî dawî di 1’ê Hezîranê de stand-upa xwe ya bi navê “Deryaya Mirî" li Stenbolê pêşkeş kiribû û di 25’ê Hezîranê de jî li ser YouTube weşandibû.
Serdozgerîya Giştî ya Stenbolê di destpêka vê hefteyê de ragihand ku dî stand-up ya Göktaş da peyvên tawanbar hatîne pênase kirin û jîber vê yekê dî derbarê wî de lêpirsînek hatîye destpê kirin.
Dadwerîyê di biryara girtina Goktaş da got ku peyvên ku komedyakar dî stand-up de anîye ziman sînorên rexneyê derbaz kirine û herwiha da zanîn ku wan peyvên Goktaş şeref, rûmet û rêzgirtina Serokkomar di çavên raya giştî de şepirze kirine.
Herwiha dadwerîyê destnîşan kir ku Goktaş "ola Îslamî û Quranê, ku ji hêla beşek mezin ya civakê ve têne pejirandin, piçûk xistiye" û wî civak jibo " nefret û dijminatiyê " teşwîq kirye.
Goktaş, di 2’yê Tîrmehê de (do Pencşemê) dema ji dervayî welat vedigerîya, li Balafirgeha Stenbolê hatibû desteser kirin.
Li gor belgeyên dadgehê ku lî ser medya Tirkîyê hatîne weşandin, Goktaş tevahîya tawanbarîyên dijî xwe li dadgehî red kirîye.
Goktaş gotîye ku dî henekên wî de li nirxên olî yan Quranê heqaret nayê kirin û herwiha navkîrîna wî ya Erdogan wekî "dîktator" pênaseyeke siyasî ye û ne heqaret e.
Hêjayî balkişandinê ye ku stand-up ya 1’ê Hezîran’ê heta îro Înê li ser YouTubê zêdetirî neh mîlyon caran ahtiye temaşe kirin, û beşên wê li ser X, Instagram û platformên din yên medya civakî bi berfirehî belav bûne.