Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê di Nava Heftiyekê de 18 Rojnamevan Tên Darizandin


Rojda Oguz, Ruşen Takva û Hayrî Demîr.
Rojda Oguz, Ruşen Takva û Hayrî Demîr.

Komela Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) dibêje ku li Tirkîyê di nava vê heftîyê de 18 rojnamevan ku piranîya wan Kurd in, jiber karê rojamevanîyê û azadîya ramanê tên darizandin.

Roja Yekşemê Hatîce Şahîn, duh roja Sêşemê jî rojnamevan Ruşen Takva, Rojda Oguz, İsminaz Temel, Havva Coştan, Hayrî Demîr û Roza Metîna hatin darizandin.

Rûniştîna doza Oguzê ku li gel 50 xwendekaran bi îdîaya “Endamtî û propaganda rêxistinê PKK’ê kirîye" tê darizandin, li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê pêk hat.

Oguz ku ev 5 sal in tê darizandin, bi şopandina xwepêşandinên bîranînên Roboskîyê, Helebçê û êrîşên Tirkîyê yên li ser bakur û rojhilatê Surîyê tê sucdar kirin. Heyeta dadgehê piştî parastina parazêran rûniştina dozê bo 13’ê Berfanbara 2022’an paşve xist.

Di heman rojê de li Dadgeha Giran ya Wanê rûniştina doza rojnamevan Ruşen Takva jî pêk hat. Takva jî jiber ku xwepêşandana Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) şopandibû, bi “endamtîya rêxistina PKK’ê” û “dijberîya qanûna meş û xwepêşandanan” hatîye, heta 18 salan cezayê zindanê bo dihat xwestin.

Di rûniştina dozê de dozger dida zanîn ku bo cezakirina Takva ti belge di dosyayê de tune û dadgehê jî bîryara bêsûcîya wî da.

Takva got ku wî li gel hejmarek rojnamevanan xwepêşandana DBP’ê dişopandibû, lê ew bi zanebûn bû armanca lêpirsînê û dozê da ku karê wî were asteng kirin.

“Di serî de jî dîyar bû ku ev doze vala ye û jiber ku tiştek di dosyayê de tunebû ku ez pê werim ceza kirin. Jiber ku min mîna her car karê xwe yê rojnamevanîyê pêk anîbû. Di vê dozê de dozger hat guhartin û dozgerê nû jî dît ku di dosyayê te ti delîl tune û encamek baş derket.”

Rûniştina 9’an ya doza rojnamevan Hayrî Demîr ku ev 4 sal e berdevam dike, li Dadgeha Cezaya Giran ya Enqerê pêk hat. Demîr bi îdiaya “endamtî û propaganda rêxistina PKK’ê” tê darizandin.

Di dosyayê de wek belge nûçeyên ku di 2015’an de li bakur û rojhilatê Surîyê çêkirî tê nîşandan û bo wî 22 sal cezayê zîndanê tê xwastin. Heyata dadgehê di vê rûniştinê de jî bîryara xwe eşekere nekir û rûniştana dozê paşveda.

“Piştî karê xweyê Surîyê ez hatîm Tirkîyê û li Enqerê diz ket mala min û kartên wênekêşê tenê hatin dizin. Piştî 6 mehan wêneyên di wê kartê de bo cezakirina min wek delîl di dosya doza min de derketin pêşperî min. Herwiha axaftinên min yên telefonê yên li gel Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî wek suç di nava dosyayê de hat bicih kirin.” Demîr got.

Rojnamevan Demîr dibêje ku niha li Tirkîyê derheqê sedan rojnamevanan de doz hene û bi van dozan dixwazin zext li ser rojnamevanan bikin.

Ji alîyê din ve doza rojnamevan Hatice Şahîn ku li Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê pêk hat, bo 22’ê Berfanbara 2022’an hat paşve xistin. Li heman bajarî rûniştina doza rojanamevan û nivîskara Kurd Roza Metîna jî pêk hat û Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê derheqê wê de bîryara bêsûcîyê da.

Dozên rojnamevanên din jî dê di nava heftîyê de berdawam bikin.

Li gor rapora 2020-2021 ya Sedîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) niha 43 rojnamevan jiber karê xwe di zindanan de ne û di nava vê demê de 274 rojnamevan jî hatine darizandin.

Raporta Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:15 0:00

XS
SM
MD
LG