Breaking News

TRT: 10 Serhildayên Kurd û 2 Leşkerên Tirk Hatin Kuştin

TRT: 10 Serhildayên Kurd û 2 Leşkerên Tirk Hatin Kuştin
TRT: 10 Serhildayên Kurd û 2 Leşkerên Tirk Hatin Kuştin

Televizyona ser bi dewleta Tirkîyê radigihîne ku 10 serhildayên Kurd û du leşkerên Tirk di pevçûnekê de li nêzîkî sînorê Îraqê hatin kuştin.

TRT roja Sêşemê ragihand ku leşker û helîkopteran li nêzîkî bajarokê Qilaban (Uludere) li Şirnexê êrîşa serhildayan kirin. TRT herwiha ragihand ku çar leşkerên Tirk di wê pevçûnê de birîndar bûn.

Roja 15’ê Şubatê, 13-emîn salvegera girtina rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan e, ku di vê rojê de zor caran xwepêşandan û êrîş têne kirini.

Roja Duşemê nêzîkî 200 piştevanên gumanlêkirî yên serhildayên Kurd li Tirkîyê hatin girtin.

XS
SM
MD
LG