Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarê Wanê Bekir Kaya Hate Girtin


Şaredarekê Kurd ji alîyê dadgeheke Tirkîyê ve hate girtin bi tewan endamtî li komeleka çekdarî ya cudaxwaz.

Ajansa nûçeyên Reuters, Bekir Kaya şaredarê Wanê li başûrê rojhilata Tirkîyê û du rêberên herêmî yên Partîya Aştî û Demokrasîyê BDP’ê ya ser bi Kurdan ve roja Şemîyê hatin binçavkirin da li hêvîya dadkirina xwe bimînin.

Du rêberên din yên BDP’ê jî hatibûn girtin lê paşê serbest hatibûn berdan.

Ev girtin beşek in ji kempêna hikûmeta Tirkîyê li dijî endamên Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê, ku ji alîyê Tirkan ve wekî şaxekî PKK’ê tê nasîn.

XS
SM
MD
LG