Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP Piştî Serkeftinê Dê Pêvajoya Aştiyê Car Din Vejînte?


Layengirên Jin li hember Bingehê sereke yê AKP li Enqere
Layengirên Jin li hember Bingehê sereke yê AKP li Enqere

Serkeftina Partiya Dad û Geşekirinê AKP û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan di hilbijartinên 1î Mijdarê de, têra pêkanîna hikûmetê dike. Roja Duşemê piştî derketina encamên pêşî Erdogan got, "divê cîhan rêzê li serketina AKPê bigre".

Her wek hilbijartinên 7î Xizîrana derbasbûyî, 3 partiyên rikaber jî ketin Parlemana Tirkiyê, lê pirsa giring ewe, ka AKP wê bikaribe guhertinên kû ew dixwaze pêkbîne?

Çavdêrên siyasî dibêjin, eger rewşa aborî xema xelkê Tirkiyê bû di hilbijartinên berê de, di hilbijartinên doh roja Yekşemê 1î Mijdarê de, rewşa ewlehî û parastinê jibo wan giring bû.

Çend demjimêran piştî ragihanidina encaman, Serokomar Erdogan got, ev hilbijartin peyamek bû, ji serhildayên Kurd re. Wî got, tundûtîjî ligel demokrasiyê na gunc in.

Erê peyama Kurdan dê ji AKP re çi be?

Gelo Erdogan dê piroseya aştiyê ligel rêberê zîndankirî yê PKK ê Abdullah Ocalan car din vejînte?

Di bernama îro ya (Em û Siyaset) de, emê mêvandariya hêjayan Mezhir Baxli, endamê berê yê Parlemanê Tirkiyê ji AK Partî û Nîmetullah Erdogmuş, endamê nu hilbijartî yê HDP Partiya Gelên Demokrat ji Diyarbakir(Amed) ê, emê mijara hilbijartinan û derencamên wê gotûbêj bikîn.

Jibo guhdarîkirina bernama Em û Siyaset, failê deng dagire;

Em û Siyaset - Hilbijartinên Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:54 0:00

XS
SM
MD
LG