Li gor daxweyanî û peyamên dewleta Tirk, li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên girêdayî Şirnexê qedexeya derketina derve dê dest pê bike.
Herwiha li navçeyên Cizrî û Silopiyê rêvebiriya perwerdeya navçeyê navibr da xwendigehan û xwendekar hinartin malê. Dîsan jibo demek nediyar bînvedan da mamosteyan.
Roja Yekşemê 13 û Dûşemê 14 kanûna pêşîn, li herdu navçeyên navbirî hat dîtin ku, gelek mamoste û welatî ji navçeyê koç dikin.
Li gorî agahiyan, li navçeyên Cizîr û Silopî, ji ber rewşa ewlehiyê, tevahiya navendên fermî yên xwendin û perwerdê dê ji roja 14 mehê ve, girtî bimînin û mamostayên ku, li deverên din çûne wan bajaran, dê vegerin malên xwe.
Dengê Amerîka, li ser vê mijarê li gel nivîskar Seyitxan Mîr hevpeyvînek çêkir. Mîr di axiftinên xwe de got: Rewşeke gelek xerab li Cizîrê heye, tirs li her derîyê Cizîrê heye. Nêzî 3000 mamosteyên Tirk ji bajarê Cizîrê û Silopîya derketîne. Bi nerîna min êrîşek gelek xurt yê dest pê bike.” Weke Seyîtxan Mîr jibo Dengê Amerîka daye xweyakirin.
Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê