Serhildayên Kurd roja Sêşemê li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistana Îraqê êrîşa bingehên artêşa Tirkîyê kirin.
Di şer û pevçûnan de li Oremarê, devera Hekarî, 10 serhildayên Kurd û heşt leşkerên Tirk hatin kuştin.
Nivîsîngeha fermandarê Hekarî raighand ku di pevçûnan de herwiha 16 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Piştî êrîşa Oremarê, Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinç rêberatîya civîneke awarte ya hikûmetê kir. Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan nuha li Meksîkê ye.
Şîroveyan bibîne (1)
Pirtir şîrove bar dike