Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hekarî li 8 Cihan Êrîş Kirin; 24 Leşker Hatin Kuştin


Li Hekarî li 8 Cihan Êrîş Kirin; 24 Leşker Hatin Kuştin

Roja Çarşemê li navçeyên Çukurca (Çelê) û Yuksekova (Gever)’a Hekarî, ji alîyê serhiladyên PKK ve, li ser 8 nivîsingehên leşkeran de, bi roketan êrîş pêk hatin. Di êrîşan de 24 leşker hatin kuştin û 18 leşker jî birindar bûn.

Piştî van êrîşan Serfermandar û Fermandarên Artêşa Tirkîyê hatin herêmê.

Li gorî agahîyên dawî Artêşa Tirkîyê piştî van êrîşan, li ser tixubê bakurê Îraqê operasyonên bejahî û esmanî yên dersînor dane destpêkirin.

Hêjayê gotinêye ku operasyonên dersînor ji sê milan dewam dikin. Li gorî agahîyan, balafirên F-16’ên ku ji Dîyarbekir radibin, herêma Zapê bomberan dikin, herwiha tankên ku li tixub în, heta 40 km’yan li ser tixubê bakurê Îraqê bombe dikin, li gorî van agahîyan komandoyên Artêşa Tirkîyê jî, li pey şopên serhildayan, di bejahîyêda 4 km ketine sînorê Îraqê.

XS
SM
MD
LG