Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) îro Duşemê rêvebirîya xwe ya nû destnîşan kir, rojek piştî ku 5'emîn Kongreya Giştî ya partîyê hat lidarxistin.
Kongreya Asayî ya DEM Partîyê Yekşemê li Enqerê hat lidarxistin û Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan careke din wek hevserok hatin hilbijartin.
Meclîsa Partîyê ya 80 endamî, ku di Kongreya Yekşemê de hat hilbijartin, îro civîna xwe ya yekê lidar xist û MYK’ya ku ji 23 endaman pêk tê, hilbijart. Meclîsa Jinan ya partîyê jî rêvebirîya xwe ya nû dîyar kir.
Bakirhan di gotara xwe ya Kongreyê de, destpêkirina “Tevgera Komara Demokratîk” ragihand û got ku DEM Partî wê ji 7'ê Îlonê ve dest bi nûvekirina bername, zimanê siyasî, pratîkên rêxistinî û kadroyên xwe bike.
Wî got ku rêveberîya nû ya DEM Partîyê wê amadekarîya kongreyeke din ya berfireh bike û jibo rexistkirina vê tevgerê li seranserê Tirkîyê bixebite.
Bakirhan herwiha bal kişand ku DEM partî dixwaze bingeha xwe ya siyasî berfirehtir bike.
Wî got ku “Em daxwazkarê rêvebirina Tirkîyê ne,” û bi berdewamî destnîşan kir ku divê DEM Partî xwe jibo Enqere û Stenbolê jî bi qasî Amedê berpirsîyar bibîne.
Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanîya ser guherîna siyaseta DEM Partîyê di demeke baldar de pêk tê, ku pêvajoya çareserîya pirsgirêka Kurd li Tirkîyê dikeve qonaxeke nû.
Bakirhan qonaxa heyî mîna demeke ku “çek bêdeng bûne û danûstandin diaxivin” binav kir.