Civata Çavdêrî û Nirxandinê ya hikûmeta Tirkîyê, ku ji şopandin û cîbicîhkirina qanûna tekildarî hilweşîn û bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) berpirsîyar e, îro Duşemê civîna xwe ya duyê pêk anî.
Civata, ku bi navê "Civata Kordînasyona Hevgirtin û Yekîtîya Neteweyî " tê binavkirin, bi seroktîya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, li Enqerê kom bû. Wezîrên dadê, navxweyî, berevanîyê û serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MİT), berpirsê giştî yê Civata Ewlekarîya Neteweyî (MGK) û jimareke berpirsên din yên payebilind li civînê amade bûn.
Yilmaz piştî civînê ragihand ku, civatê xebatên berdewam û plankirî yên di qanûna çarçoveyî ya jimar 7595, nirxandine.
Wî dîyar kir ku civatê derbarê pêkhate, erk û qadên desthilatdarîya 4 komîsyonên xwe yên jêrîn, û herwiha jibo hevsengîya di navbera saziyên têkildar ên hikûmetê de, biryar wergirtine.
"Erk û qadên desthilata komîsyonan û mijarên kordînasyona di navbera saziyan de hatin gotûbêjkirin û biryar li ser wan hatin dayîn," wî got.
Ev çar komîsyon, di civîna 24’ê Tebaxê de hatibûn ragihandin.
Komisyon ev in: Komîsyona Kordînasyona Karûbarên Dadwerî û Hiqûqî, Komîsyona Çavdêrîkirin û Tesbîtkirinê, Komîsyona Hevgirtina Civakî û Entegrasyonê, û Komîsyona Bêçekkirin û Kordînasyona Stratejîk.
Coşkun: “Hîn qonaxa amadekarîyên revebirinê ye”
Dr. Vahap Coşkun, akademîsyenê Beşê Hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê, ji Dengê Amerîka re got ku biryarên civîna duyemîn qonaxeke nû ya amadekarîyên revebirinê ne, lê jibo derbasbûna qonaxa bicihanîna pratîkî, biryara MGK’ê pêwîst e.
Coşkun destnîşan kir ku vegera endamên PKK’ê, berdana girtîyan, rêbazên hiqûqî û entegrasyona civakî hewcedarî bi hevkarîya hemû sazîyên dewletê heye.
Coşkun got ku niha sazîyên ewlehî û îstixbarata Tirkîyê, hikûmeta navendî ya Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hev re li ser pêvajoya tesbît û piştrastkirinê dixebitin.
Wî desntnîan kir ku divê biryara MGKê di Cotmehê de, yan herî dereng di Mijdarê de were girtin.
"Divê mirov êdî encamên şênber ên vê pêvajoyê bibînin. Wekî din, dibe ku di civakê de westîna ji pêvajoyê dest pê bike," Coşkun got.
Wî herwiha hişyarî da ku guherînên lezgîn ên li Rojhilata Navîn dikarin ser pêvajoyê bandorên neyînî bikin û jibo parastina wê, cîbicîhkirina qanûnê divê bê derengxistin dest pê bike.
Çav li biryara MGK'ê ye
Tevî pejirandina qanûna çarçoveyî, bicihanîna wê hîn dest pê nekiriye. Cevdet Yilmaz berî civînê gotibû ku pêvajoya piştrastkirina hilweşîn û bêçekbûna PKK'ê didome û derbasbûna qonaxa duyemîn bgirêdayê biryara MGKê ye.
Çaverêye ku MGK'ê di 4’ê Cotmehê de kom bibe, lê ne dîyar e ku wê ser hilweşîn û bêçekbûna PKK’ê nirxandinekê bike an na.