Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Michael Rubin:Tirkîyê Nikare Senaryoya Sûrîyê li Herêma Kurdistanê Dubare Bike

Michael Rubin
Michael Rubin

Çavdêrekî Amerîkî li ser pirsa Tirkiyê û Kurdan bawer dike ku hikûmeta Tirkîyê ji ber van guhertinên nû yên li Sûrîyê bûye "xweperest", lê bawer nake ku hikûmeta Serok Recep Tayyip Erdogan karibe heman senaryoya Sûrîyê li Herêma Kurdistanê dubare bike.

Michael Rubin, lêkolînerê bilind li Enstîtuya Enterprise ya Amerîkayî ji Dengê Amerîka, re got ku "Ev xweperestî bi awayekî zelal tê hestkirin, lê ez guman dikim ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeran be li ser pêşketinek bi qasî ya Tirkîyê û dardestên wê li Sûrîyê kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal xwedî sazî û naskirî ye."

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan di hevpeyvînekê de roja Duşemê ligel CNN Turk gotibû, "Piştî Sûrîyê, dê Îraqê be."

Fîdan herwiha hikûmeta navendî ya Îraqê han da ku desthilata xwe li Herêma Kurdistanê berfireh bike û rewşa li Şingalê bi hêzê çareser bike. Tirkîyê dibêje Şingal bûye baregehek ji bo Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Dengê Amerîka li ser vê mijarê peywendî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramî red kir ku li ser daxuyanîyê agahîyan bide û got ku "Daxuyanîya Tirkîyê ji bo Îraqê ye û divê ew bersivê bidin."

Şîrovekar Rubin bawer dike ku hikûmeta Tirkîyê dixwaze sûdê ji alozîyan webigire ji bo zêdekirina bandora xwe li herêmê, bi taybet ji ber ku Serokê Tirkîyê Erdogan têkilîyeke xurt bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re heye.

Rubin dibêje “Tirkîyê bilind difire,” ji ber ku ew bawer dike her tiştê bixwaze dê karibe bike.

Çavdêrê Enstîtuya Enterprise bawer dike ku dem ne di berjewendîya Kurdan de ye, lê divê partîyên Kurdî daxwazên xwe bi zelalî bi welatên din re parve bikin.

XS
SM
MD
LG