Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Sala 2021’ê de Rewşa Tirkîyê


Bi hêvîyên geşkirina aborî û sifirkirina alozîyan, serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan derbazî qada sîyaseta Tirkîyê bû û soz dabû hemwelatîyên xwe ku jîyana wan baştir bike û Tirkîyê bigihîne asta welatên herî pêşketî yên cîhanê.

Heta demekê jî, Tirkîyê serkeftin di vî warî de pêk anîbû. Lê îro ne wekî duhî ye. Niha rewşeke aborî ya xirab heye û opozisyona Tirkîyê amadekarîyan dike û heman rewşa aborî bikar tîne bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext. Helbet doza Kurdan jî û serederîya hikûmeta AKP’ê alozîya herî mezin ya Tirkîyê ye û girêdan bi rewşa demokrasî û mafan ve heye.

Li alîyekê din, serokê Tirkîyê behsa serkeftinên xwe di vê salê de dike. Ew dibêje ku wan budceya perwedeyê kirîye du bemamber û niha 600 hezar dibistan li welêt hene. Ew herwiha dide zanîn ku wan projeya gaza Azerbeycan bi dawî kirîye. Digel vê yekê, bandora Tirkîyê li tevahîya Rojhilata Navîn bihêz bûye.

Di navbera rewşa niha ya Tirkîyê û daxuyanîyên hikûmetê de, cudaberîyeke mezin heye. Ev yek mijara bernameya Hest û Helwest e, ligel mêvanên birêz: nivîskar Hesen Kaya û şirovekarê siyasî Abdullah Demîrbaş.

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:32 0:00


XS
SM
MD
LG