Ajansa nûçeyan a fgermî ya Tirkiyê dibêje vekolînên hilbijartinên xwecihî li Stenbolê diyarkir ku 43 berguman girêdana wan heye li gel tora Fethullah Gulen a hikûmet wê wek rêxistineke terorîst dibîne.
Ajansa Anadol îro Yekşemê ragihand ku 41 ji wan bergumanan pere xistibûn Banka Asya ya taybet û du yên din jî apeke nameyên nehênî bikaranîbûn.
Dadgehên Tirkiyê ev herdû kiryar jî wek belge bikar anîn bo girêdana wan li gel Fethullah Gulen.
Bêhtirî 100 kes rastî vekolînên sextekariya hilbijartinan dibine.
Serok Recep Tayyip Erdogan û partiya wî daxwaza jinavbirina encamên hilbijartinên şaredariya Stenbolê dikine.
Pêşbîn e desteya hilbijartinan roja Duşemê dubarekirina hilbijartinan bide ber çavan.