Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bulent Şahîn Erdeger Girîngîya Bajarê Minbicê Dinirxîne


Bajarê Minbîc yê girêdayî Surîyê li rojavayê çemê Firatê di bin kontrola Hêzên Surîye Demokratîk deye. Minbîc bajarek biçûk e lê girînge.

Girînge jiber ku li başur ve Helebê bi Reqqa vê girê dide, li bakur jî bajarek li ser sînorê Tirkîyê ye.

Berîya du salan HSD ev bajar ji destê DAEŞ’ê paqij kir.

Rojnamêvanê Rojnameya Şarkul Avsat Bulent Şahîn Erdeger jibo Dengê Amerîka girîngîya bajarê Minbicê nirxand.

Tirkîye li Minbîcê dibêje ji Kurdan zêdetir Ereb dijîn û dixwaze li Minbîcê hezên Ereb li vir serdest bin. Tirkîye dixwaze li Minbicê bi Amerîka re hevbeş çavdêrîyê bike.

Amerîka li rojhilata navîn taybetî li Surîye her çiqas tekoşîna dijî DAEŞ û El Qaîde were dîtin ji em dizanin ku Amerîka wekî Kurdîstana Federe ya İraqê dixwaze bandorê li ser Kurdên Surîye jî bike.

Amerîka hevalbendîya HSD dike. Lê Tirkîye HSD’ê hêzêk terorîst nav dike.

Heta niha HSD li Minbîcê ye. Û Tirkîye dixwaze HSD ji vir der bikeve. Biryara Trump yê bidê nîşan ku li Minbîcê gelo yê gel Kurdan bimeşin an jî li gel Tirkîye bimeşin.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG