Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qusulxaneya Amerîka li Hewlêrê Amerîkiyên Li Bakurê Îraq û Sûriyê Huşdar Dike


Sînorê Tirkiyê û Sûriyê
Sînorê Tirkiyê û Sûriyê

Qunsulxaneya giştî ya Amerîka li Hewlêrê roja Înê huşdarî da welatiyên Amerîkî ku xwe ji herêmên bakurê Îraqê û bakurê Sûriyî dûr bixin ji ber gumana êrîşeke Tirkiyê li ser wan herêman.

Qunsolxaneyê di daxuyaneke kurt de ku li ser malpera wê hat belavkirin de got:

“Qunsolxaneya giştî ya Amerîka li Erbîlê çavdêriya raportên çavkaniyên vekirî yên pêbawer dike li dor operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê û bakurê Îraqê di rojên pêş de. Hikûmeta Amerîkî bi tundî şîretan li welatiyên Amerîkî dike ku xwe ji van deveran dûr bixin.”

Ev huşdarî tê piştî çend rojan ji teqînekê li bajarê Stenbolê ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn, û Tirkiyê hêzên "girêdayî PKK" bi vê teqînê tawanbar kirin. Hêzên Kurdên Sûriyê ev tawanbarî red kirin û got wan ti pêwendî bi teqînê nîne.

Ev demek e Tirkiyê hewla operasyoneke leşkerî li dijî hêzên Kurdên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide, lê rastî nerazîbûna gelek aliyan tê, di nav de jî Amerîka.

XS
SM
MD
LG