Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Xwe ji Hilbijartinên Şaredariyan re Amade Dike


Roja Yekşemê hilbijartinên Şaredarî û encûmenên xwecihî li Tirkiyê tên lidarxistin û di demekê de ku welat di rewşeke abûrî ya ne gelekî baş de ye, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî AKPê rastî dijwariyên rijd dibe.

Hefteyekê berî hilbijarinan, Erdogan bi sedan hezar xelk li bajarê Stenbolê komkir ji bo bihêzkirina bingeha xwe ya gelêrî û wergirtina dengên wan.

Ew serkirdayetiya helmeta hilbijartinan dike û dizane ku partiya wî AKPê li bajarên mezinên welêt di bin gefê sernekeftinê de ye.

Serkeftina Erdogan di hilbijartinên şaredarî yên sala 1994an de hîşt ku ew li wir serdest be, lê rapirsiyên dawî diyar dikin ku vê carê renge rastî dijwariyan bibe.

Tê pêşbînîkirin ku partiya alîgira Kurdan HDPê li Stenbolê hebûneke berbiçav nîşan bide.

Erdogan HDPê bi terorê tawanbar dike, lê HDPê vê tawanbariyê red dike.

Berpirsên HDPê dibêjin fişareke mezin li ser kandîdên wê heye, bi taybetî li bajarên rojavayê welêt.

XS
SM
MD
LG