Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê 18,000 Karmendên Din ji Kar Dûr Dixe


Tikriyê fermana dûrxistina bêhtirî 18,000 karmendên sivîl ji kar derxist, derdora nîvê wan efserên polîs in.

Fermana ku îro Yekşemê hate belavkirin, her wiha bêhtirî 5,000 kesayetiyên leşkerî û 199 akadîmisyonan vedihewîne.

Sê rojamne û kenaleka tifizyonî jî hatin girtin.

Berî ragihandina vê fermanê, bêhtirî 100,000 kes ji kar hatine dûrxistin di çarçoweya rewşa awarte de ku ji sala 2016'an ve li dar e.

Şîrovekarên siyasî pêşbîniya rakirina rewşa awarte vê mehê dikin.

Hêjayî gotinê ye, roja Duşemê sîstema nû ya serokatiyê derbasî warê cîbicîkirinê dibe, dema Erdogan sonda serokatiyê bixwe.

Rexnegir dibêjin hikûmetê rewşa awarte bikaranî ye ji bo tepeserkirina opozisyonê lê hikûmet van tawanbariyan red dike.

XS
SM
MD
LG