Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Qanûna Nû Ya Hilbijartinên Tirkiyê


Serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan Her kareka pêdivî dike bo misogerkirina serkeftina partîya xwe û hevalbenda xwe partîya MHPê di hilbijartinên parleman û serokayetîya Tirkiyê ya sala 2023ê de.

Desthilatdarîya Tirkiyê dibêje, qanûna nû bo nûnertîyeka durist û bihêzkirina sîstema demokrasîyî ye li welêt. Lê partîyên opsizyonê bawer dikin ku kêmkirina rêjeya dengan ji 10% bo 7% hewleka bo misoger kirina Partîya Tevgera Neteweperist (MHP) ê y, ew ya ku beşek ji hikûmeta serokê Tirkiyê ye.

MHPê pistî dabeşbûna hijmareka endamên wan û peydakirina Partîya Baş bi serokayetîya Meral Akşener, piştevanîya dengderên xwe ji dest daye.

Pejirandina qanûna nû hevdem e digel guhartinên di siyaseta Tirkiyê de digel welatên herêmê û cîhanê. Tirkiyê hewl dide aloziyan digel welatên Ereb û Îsraîlê sax bike herwesa peywendîyên xwe digel welatên Rojava û bi taybet Amerîka serrast bike weko amadekarî bo qonaxa piştî helbijartînên sala 2023 û Sedsalîya peydabûna Tirkiyê.

Bernamê Tîrêj liser vê mijarê rawesa digel birêz Ridwan Botanî şirovekarê siyasî û cigîrê berê yê serokê PDK/Tirkiyê. Herwesa peyamnêrê Dengê Amerîka Eyyûp Demîr bi ramanên xwe bername dewlemend kir.

Tîrêj #149
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:01 0:00

XS
SM
MD
LG