Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siberoja Hebûna Tirkîyê Li Bakurê Sûrîyê


Hebûna Tirkîyê li herêmên bakur rojavayê Sûrîyê, ne tenê bi artêş û bingehên leşkerî ye, lê çalakvanên Kurd dibêjin ku Tirkîkirin derbasî hemû hurgilîyên jîyanê li van herêman bûye, ku ev yek bilez û berfirehî pêk tê û bi taybetî li Efrînê.

Herwiha asayîkirina peywendîyên Şam û Enqereyê rawestîya ye, ku mercê rejîma Sûrî vekişîne Tirkîyê ji axa Sûrîyê ye. Ji alîyê xwe ve karbidestên Tirk îdîa dikin ku hebûna artêşa wan li Sûrîyê li dijî “terorê” ye û jibo “parastina ewlekarîya netewî” ye.

Di warê leşkerî de jî pêşhate hene. Li Minbicê ev çend roj in ku çekdarên opozisyona Sûrî yên bi ser Tikrîyê ve êrîşa bereyên derdora Minbicê dikin ku agahî hene Cebhet el-Nusra (HTŞ) di van êrîşan de cih digire. Herwiha li Îdlibê ku jêr kontrola HTŞê de ye, artêşa rejîma Sûrî û firokeyên Rûsî topbaran û bombebarana wê herêmê dikin.

Di Mijara Rojê de, ev babet tên gotûbêj kirin:

Pêvajoya Tirkîkirinê û guhertina demografîk li Efrîn û deverên din yên ku Tirkîyê dagir kirine, armanca Tirkîyê ji ve yekê çi ye û jibo wê armanca xwe, ew siyaseteke çawa li herêmê dide meşandin?

Asoya peywendîyên Şam û Enqereyê, di demekê de ku rewşa leşkerî li Minbic û Îdlibê gur bûye, helwesta Rûsya û Tirkîyê di vê çarçovayê de çi ye, herwiha siberoja alozîya Sûrî ber bi kû ve ye?

Mijara Rojê vê babetê bi nivîskar û şîrovekarê sîyasî Welat Efrînî û serokê Partîya Hevbendîya Niştimanî ya Demokratîk ya Sûrî Ahmed Hiso Araj re gotûbêj dike.

Jibo guhdarîkirina bernameyê, fayla deng veke

Mijara Rojê/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG