Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu û Davutoglu Berî Civîna Tifaqa Milet Civîyan


Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu, li navenda giştî ya Partîya Gel ya Komarî (CHP) serdana serokê wî partîyê Kemal Kiliçdaroglu kir.

Hevdîtina her Davutoglu û Kiliçdaroglu bi qasî 1,5 saet dom kir.

Jêderên her du partîyan dibêjin ku Davutoglu ser mirina Serokê berê yê CHP’ê Denîz Baykal ji Kiliçdaroglu re sersaxî xwestiye.

Civîna her du serokan, li berî kombûna rêberên partîyên Tifaqa Milet rast tê ku dê sibê Şemîyê çêbe.

Rêberên opozîsyonê dibêjin ku hikûmetê dijî erdhejê tedbîr negirtiye û giran tevgerîyaye.

Karbidestên hikûmetê jî dîyar dikin ku erdhej afeta herî giran ya sedsalekê ye û ne mimkun e ku hin kêşe çênebin.

Jêder: Twitter, CHP, Gelecek Partisi

XS
SM
MD
LG