Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê di Doza Azîz Îhsan Aktaş de Biryara Dawî Hat Dayîn

Dîmeneke Girtîgeha Silivrî , ku Darizandinşnd doza Doza Azîz Îhsan Aktaş jî pêk hat. (Arşîv)
Dîmeneke Girtîgeha Silivrî , ku Darizandinşnd doza Doza Azîz Îhsan Aktaş jî pêk hat. (Arşîv)

Li Tirkîyê, Dadgeheke Stenbolê îro Duşemê di dozek e ku 200 kes dihatin darizandin, biryara xwe ragihand ku piranîya bersûcan karbidestên payebilind ên ji şaredarîyên opozîsyonê bûn.

Doza ku wek bi navê “Doza Aziz Îhsan Aktaş” tê binavkirin de, 7 şaredarên heyî yan ji kar dûrxistî ku 5 ji wan di girtîgehê de bûn jî hene.

Karsaz Aziz Îhsan Aktaş ji tawanbarîya “seroktîya rêxistineke sûcdar ” bêguneh derket. Bersûcên din jî, ji sûcên têkildarî rêxistinê bêguneh derketin. Lê Aktaş û jimarek şaredar jiber tawanbarîyên cuda cezayê girtîgehê wergirtin.

Aktaş jiber destêwerdana di îhaleyê de 2 sal, 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê wergirt.

Ji 7 şaredarên ku di dozê de hatin darizandin, 5 ji wan jiber sûcên bertîlê yan sûcên din - ji 5 sal û 10 mehan heta 8 sal û 4 mehan - cezayên girtîgehê wergirtin, Lê, 2 şaredar jî ji sûcên bertîlê bêguneh derketine.

Dadgehê herwiha biryar da ku girtîbûna 2 şaredarên ku berê di girtîgehê de bûn - yê Beşîktaşê Riza Akpolat û ya Seyhanê Oya Tekîn- bidome.

Ev doz piştî lêpirsînekê ku di Rêbendana 2025'an de li ser îdiayên bertîl,destwerdan û bêserûberîyên di îhaleyên şaredarîyan de, destpê kiribû. Operasyona yekê di 13'ê Rêbendana 2025'an hate kirin. Piştre dozgerîya Stenbolê, dijî 200 kesan îdianameyeke bi 579 rûpelî amade kir.

Darizandinên di dozê de, di 27'ê Rêbendana 2026'an de li Stenbolê destpê kiribûn. Dadgehê, di heyama şeş mehên 59 rûniştin dar xistin û îro herî dawî di rûniştina dawî ya 60an de dadweran biryarên darizandinê raguhandin.

Aktaş, ku li gor qanûna tobekirinê bi dozgeran re hevkarî kiribû, berîya niha hatibû berdan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG