Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel got li Tirkîyê berî herkesî wan behsa meseleya Kurdan kiriye.
Ozel îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku gava li welêt rewşa çareserkirina kêşeya Kurdan çêbûye wan destek daye, lê ti gav nehatiye avêtin.
‘’Komîsyonek çêbû, em jî ketin wê komîsyonê. Niha ji me re dibêjin ‘Ma hûn ji maseyê radibin?’ Heta demokratîkbûn çênebe, heta gavên demokratîk neyên avêtin, heta li gor raporan tevnegerin, nabe’’ Ozel got.
Wî dîyar kir ku ew ji rêka aştîyê venegerîyane, lê desthilata welêt ji rêka demokrasîyê vegeriyaye û ew vê yekê eşkera dibêjin.
Ozel bi berdewamî got yek ji erkên opozîsyonê ew e ku bo şaşîyan hişyarîyan bike.
Yenî Partî bi 90 kursîyên xwe li parlemana Tirkîyê ya bi 600 kursî muxalefeta serekî ye.
Wê partîyê hefteya borî piştî serdana Serokê Parlemanê Numan Kurtulmuş ragihandibû ku ewê beşdarî komîsyona şopandina pêvajoya aştîyê nebe ku hikûmet ser wê dibêje prosesa Tirkîyeya Bêteror.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ser biryara Yenî Partîyê bang li wê partîyê kiribû ku careke din ser biryara xwe bifikire.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan doh Duşemê piştî civîna kabîneyê da zanîn ku ewê vexwendinên bo endamtîya li Komîsyona Şopandinê vê hefteyê ji partîyên sîyasî re werin şandin.
Prosesa nû ya aştîyê Cotmeha 2024’an bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî re destpê kiribû.
Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocan, Şibata 2025’an bang li rêxistinê kiribû ku çekan berde û xwe hilweşîne.
Jêderên DEM Partîyê van rojan dîyar dikin ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê cîhê Ocalan yê li Girtîgeha Îmralîyê hatiye guherandin û sekreteryaya wî hatiye xurtkirin.