Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo bi Peymana 'Mekeyê' Ewlehîya Herêmî Jinûve Saz Dibe?

Tirkîye, Erebistana Saudî û Pakistanê di 7’ê Tebaxa 2026"ande, li Mekkeyê peymaneke berevanîyê ya hevbeş îmza kiirn.
Tirkîye, Erebistana Saudî û Pakistanê di 7’ê Tebaxa 2026"ande, li Mekkeyê peymaneke berevanîyê ya hevbeş îmza kiirn.

Tirkîyê, Erebistana Siûdî û Pakistanê di 7’ê Tebaxê de, li Mekeyê peymaneke berevanîyê ya hevbeş îmza kirin, di demekê de ku alozîyên Rojhilata Navîn zêde dibin.

Ev peyman ku wek “Peymana” Mekeyê” jî tê bi nav kirin, li gor pisporan li Rojhilata Navîn û welatên Kendavê hawirdorek ewlehîyê ya nû diafirîne ku pêkan e, li ser helwesta û sîyasetên Washington, Îran û Îsraîlê bandoran bike.

Peymana berevanîyê ya Hevbeş ya Mekeyê dibêje, ku êrîşeke çekdarî dijî endamekî ewê mîna êrîşeke dijî her sêyan were hesibandin.

Tirkîye xwediyê artêşa duyemîn ya herî mezin ya NATO’yê û pîşesazîya berevaniyê wê pêşketî ye. Erebistana Saudî li Kendavê xwedê hêza aborîyek girîng û roleke stratejîk e. Pakistan jî xwediyê artêşeke mezin û çekên navokî ye.

Peyman van şiyanên girîng yên berevanîyê tîne cem hev, ku pispor dibêjîn hevkarîya wan 3 welatan dikare di warên berevanîya esmanî, îstixbaratî, perwerdehiya leşkerî, ewlehîya deryayî û hilberîna çekan de zêde bibe.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ragihand ku xala berevanîyê ya hevpar ya peymana Mekkeyê "ji hêla teknîkî ve wekhevê xala 5’an NATO ye, ku êrîşek li ser yek ji 32 endaman wekî êrîşek li ser hemûyan tê hesibandin.

Fîdan got got ku ev Peymana” Mekkeyê wê hevpeymanên heyî yên Enqerê temam bike, ne ku şûna wan bigire.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar peyman “bi tevahî jibo armancên berevanîyê” bi nav kir û got ku ne dijî ti welatekî taybet e.

Wî got ku peyman li ser bingeha mafê berevanîya hevpar ya ku di xala 51’an ya Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de, hatîye afirandin û wê pabendbûnên navneteweyî yên hene betal neke.

Belgeya tam ya fermî ya peymana Mekeyê û jimara xalên wê hîn nehatine eşkere kirin, lê daxuyanîyên karbidestên 3 welatan, ser naveroka peymanê hin agahîyên berbiçav radigihînin.

Li gor wan daxuyanîyan, peyman dî rewşa êrîşekî yek sê welatan de, bersîvek, hevkarîyek yan jî destwerdanekî leşkerî ya demûdest pêwîst nake, lê her 3 welat wê berîya dîyarkirîna şêwaza alîkarîyê, wê şêwîran bikin.

Lê pispor dibêjin, ku ceribandina rastîn wê bi êrîşekê be : wek mînak ger Îran yan Hûsî êrîê Erebîstana Siûdî bikin, gelo Tirkîye û Pakistan wê rasterast destwerdana leşkerî bikin?

Herwiha derbarê hêza navokî de, heta niha ti piştrastkirina fermî tune ku Tirkîye û Erebistana Siûdî ketine bin sîwana navokî ya Pakistanê.


Di daxûyanîyên ku bi raya giştî re hatine parve kirin, behsa çekên navokî nayên kirin.

Li gor gelek pisporan sedema îmzakirina peymanê ya niha, zêdebûna alozîyên ewlehîyê li herêmê ye; rageşîya di navbera Amerîka û Îranê êrîşên Hûsîyan li ser welatên Kendavê û gefên li ser rêgehên enerjîyê û bi taybet Rîyad dixwaze di warê ewlehîyê de hevkarên xwe zêde bike û tenê xwe nespêre parastina Amerîkayê.

Du roj piştî îmzakirina peymanê, koma Hûsîyan ku gîrêdayê Îranê ne, êrîşa dronî ya ser navenda petrolê ya Cîzanê ya Erebistana Siûdî girt ser xwe. Karbidestên Siûdî gotin ku ti qurbanî çênebûne û şewata jiber êrîşê derketî, hatîye vemirandin.

Îranê bersîveke baldararî da. Berdevkê wezareta derve Îsmaîl Beqayî got ku tî sedem tuneye ku Tehran ji peymanê bitirse û ger peyman wiha tevahî bimîne, Tehran dikare pêşwazîya xweserîya herêmî ya mezintir bike.

Wî her wiha îdia kir ku divê hewlên ewlehîya herêmî rewşa -ku Îran wek gefên ji hêla Îsraîl û hevbendên wê ve dibîne-, jî çareser bikin.

Washington û Îsraîlê heya niha liser peymana Mekkeyê daxuyanîyên fermî ranegihandine. Lê, hin pispor balê dikşînin ku peyman dibe ku wek bersîveke êrenî ya bangên Amerîkayê – divê hevkarên herêmî berpirsiyaîya berevanîya xwe zêdetir bigirin ser xwe- were nirxandin.

Hin jî dibêjin peyman dibe ku nîşanek e din be; hevkarên sereke yên Amerîkayê dixwazin têkilîyên xwe yên ewlehiyê cûrbecûr bikin û xwe tenê nespreînin Washingtonê.

Allison Minor, rêvebira Projeya Entegrasyona Rojhilata Navîn ya sazîya "Atlantic Council" û berpirsek berê ya Civata Ewlekarîya Neteweyî, got ku peyman hewla Rîyadê nîşan dide ku ew li hember sînorên bikar anîna parastinê ya Washingtonê , di hewlên nû de ye.

Lê, wê got ku peyman hevdem "dikare bi daxwaza Amerîkayê re hevsengîyê bike, ku rola xwe ya leşkerî ji garantorîya ewlehîya herêmî veguherîne koordînatorîya toreke hevkarên xwe.

Aslî Aydîntaşbaş ji Enstîtuya Brookings dibêje ku ne pir pêkan e ku Washington dijî peymaneke bi wî rengî derkeve, jiber ku di navbera sê hevkarên Amerîka de parvekirina pirtir barê ewlehîya heremî pêş dixe.

Michael Kugelman ji Atlantic Council jî bi heman awayî dibêje ku rêvebiriya serok Trump dibe ku pêşwazîya peymanê bike, jiber ku dê 3 hevbendên herêmî yên Washintonê pirtir berpirsîyarîyê bigrên ser xwe û hem jî wê asta hêza giştî ya astengkiirnê ya Amerîkayê xurt bibe.

Jibo aniha girîngiya sereke peymanê, li gor pisporan, pirtir di peyama wê ya siyasî de: sê hêzên sereke yên herêmî di demek nakokbar de jibo pênasekirina ewlehîya xwe û jinûve sazkirina ewlehîya herêmî de li pey bidestxistina roleke mezintir in.

This item is part of
XS
SM
MD
LG