Breaking News

Serokê Parlemana Tirkîyê Serdana Partîyên Sîyasî Kir

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş
Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş jibo avakirina komîsyona şopandinê ya ser ‘’qanûna çarçoveyî’’ serdana partîyên sîyasî dike.

Kurtulmuş doh Sêşemê serdana Partîya Gel a Komarî (CHP) û Koma parlemanî ya Yenî Yol'ê kir.

Ew îro Çarşemê çû serdana Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî).

Di civînê de hevserokên DEM Partîyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan û cîgira seroka koma partîyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît hazir bûn.

Civînê 45 deqîqe dom kir, lê ti daxuyanî nehat dayîn.

Kurtulmuş piştî DEM Partîyê, serdana Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) kir.

Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler piştî civînê dîyar kir ku ew ser komîsyonê niha nikarin tiştekî zêde bêjin, lê ewê di rojên pêş de hin hûrgilîyan bidin.

Guler got ku wan ser hejmara endamên komîsyonê fikra xwe gotiye, ewê partîyên din jî nêrînên xwe bêjin.

Pêvajoya nû ya Tirkîyê, Cotmeha 2024’an bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî re destpê kiribû.

Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan Sibata 2025’an bang li rêxistinê kiribû ku çekan berde û xwe hilweşîne.

Qanûna çarçoveyî ya Tebaxa 2026’an hat erêkirin, pêşbînî dike ku piştî piştrastkirina berdana çekan mekanîzmaya ser rewşa endamên rêxistinê bixebite.

XS
SM
MD
LG