Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Hêzeke PJAKê Li Pêncwênê Bumbebaran Dike


Çavkaniyeka pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re ragihand ku dironeke Tirkiyê hejmarek endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li nêzîkî Pêncwênê berbanga roja Şemiyê kirine armanc û di encamê de ziyanên canî jî hene.

Çavkaniyê hikûmetê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku heta niha otombêlek hatiye armackirin, lê ne diyar e ku otombêleke din jî li nêzî bûyerê hatiye armanckirin yan na.

Li gorî çavkaniyê, balafirên keşfê yên din jî li wê deverê hatine dîtin, ji ber wê jî heta niha derbarê bûyerê de lêkolîn nehatiye kirin.

Çavkaniya han eşkere kir ku hêzeke PJAKê nêzî bûyerê bûye û li wir belav bûye.

Endamê encûmena gundê Kanî Mîranî Osman Reûf ji Dengê Amerîka re got: “Li gor zanyariyên me ew otombêl Mêkzemînî bû, di pêş û paşiya wê de sê rêwî hebûn, ji aliyê mûşeka duyem ve hatin lêdan.

Meclisa gund wiha got: "Li gorî agahiyên me 3 kuştî û birîndar hene. Balafireke reş tenê kîlometreyekê li ser herêmê difire."

Di heman demê de, Kamran Osman, endamê tîma Kurdistana Iraqê rêxistina CPT ya Amerîkî, nûçeyên Dengê Amerîka piştrast kirin û got: "Heta niha xelk ditirsin û nikarin ji malên xwe derkevin ji ber gulebaranê."

Raporta Sinur Kerîm/Silêmaniyê

XS
SM
MD
LG