Desteya Şopandin û Nirxandinê ya Tirkîyê îro Duşemê biryar da ku çar komîteyên jêrîn ava bike, di demeke ku hikûmet dest bi cîbicîhkirina qanûna nû ya têkildarî pêvajoya hilweşîn û bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike.
Desteyê îro li paytext Enqerê, bi seroktîya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, civîna xwe ya yekê lidar xist. Civîn nêzî 3 saet û nîvê berdewam kir.
Wezîrên Dadê, Derve, Navxweyî, Berevanîya Neteweyî, Sekreterê Giştî yê Serokkomarîyê, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Sekreterê Giştî yê Civata Ewlekarîya Neteweyî jî beşdarê civînê bûne.
Piştî civînê, Desteyê ragihand ku di civînê de, “awayê xebata desteyê,û kordînasyona di asta herî bilind de ya xebatên saziyên dewletê yên ku di pêvajoyê de cih digirin, hatine nîqaşkirin.”
Desteyê dîyar kir ku ewê iibo xebatên ku di qanûna çarçoveyî de têne pênae kirin, 4 komîteyên jêrîn werin damezrandin.
Navên wan 4 komîteyên jêrîn jî wiha ne: komîteya Jêrîn a Kordînasyona Karûbarên Dadmendî û Hiqûqî, ya Şopandin û Tesbîtê, ya Adaptasyon û Yekbûna Civakî û ya Bêçekkirin û Hevsengîya Stratejîk.
“Dewleta me, bi hemû sazîyên xwe û bi hevsengîyeke tam, ewê van gavên dîrokî yên ku yekbûna civakî xurt dikin, bi biryardarî bidomîne,” Desteyê di daxuyanîyê de got.
Deste di çarçoveya Qanûna Xurtkirina Piştgirîya Neteweyî û Yekbûna Civakî, ku di raya giştî de mîna “qanûna çarçoveyî” tê zanîn, hatîye avakirin.
Parlemanê qanûn di 10ê Tebaxê de bi 467 dengan pejirand û qanûn di 18ê Tebaxê de di Rojnameya fermî de hat weşandin.
Lê, cibicîhkirina xalên sereke yên qanûnê girêdayê hin gavên din e: divê saziyên ewlehîyê piştrast bikin ku PKK/KCK û pêkhatên wê hebûna xwe bi dawî kirine û çekên xwe radest kirine. Piştre divê ev nirxandin bi biryara Civata Ewlekarîya Neteweyî (MGK) ku di Rojnameya Fermî de tê weşandin, were pejirandin.
Civîna îro ya Desteyê, di cîbicîhkirina qanûna çarçoveyî de wek gava revebirî ya yekê ya şênber tê nirxandin.