Jêderên ewlehîyê yên Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku Partîya Karkerên Kurdistanê ya hilweşîyayî, çar bingehên xwe yên li Herema Kurdistana Îraqê di 8’ê Cotmehê de vala kirine.
Ev agahî ji alîyê ajansa Andolu ya dewletê ve, wek li ser daxuyanîyeke nivîskî ya jêderên ewlehîyê yên Tirkîyê hat ragihandin.
“PKK/KCK, di 8’ê Cotmehê de, bingehên bi navên Xebat, Yax, Sebrî û Sason, li herêma Bazê ya Metîna, li bakurê Îraqê vala kirin,” di daxûyanîyê de hatîye gotin.
Jêderên ewlehîyê destnîşan kirine ku “Ev pêşketin nîşan dide ku pêvajo bi biryardarî didome.”
Li gor daxûyanîyê, piştî bidawîbûna çalakîyên PKK’ê, endamên berê yên rêxistinê ku şertên qanûnî pêk bînin, dikarin vegerin Tirkîyê.
Di daxuyanîyê de hatîye dîyarkirin ku jibo entagrasyona wan endmaên rexistinê a civakê, bernameyên perwerdehîyê û aborî tên plankirin,
Ji alîyekî din ve, rêvebirê payebilind ê PKK’ê Murat Karayilan di hevpeyvîneke taybet de bi The Amargi re, ku îro hate weşandin de li se vekişîna endamên rexistinê axivî.
Karayilan ragihand ku PKK’ê endmaxên xwe yên veşartî yên li Stenbolê û bajarên din ên Tirkîyê bûn, vekişandine.
“Me ferman da hêzên xwe yên taybet ku li Stenbolê û bajarên din ên Tirkîyê bûn, vekişînin. Ew kes ne yên ku bi awayekî eşkere xuya dibin. Ew bi awayekî veşartî dixebitin. Me ew jî vekişandin,” wî got.
Wî herwiha dîyar kir ku hêzên dawî yên PKK’ê di 8’ê Cotmehê de ji herêma Metînayê vekişîyane.
Revibirê rexistinê got ku ku ji bilî Îmralîyê, “di navbera nûnerên tevgera Kurd û berpirsên dewleta Tirkîyê de, têkilîyên di didomin
Karayilan got ku danûstandin karbidestên dewleta Tirkîyê re, ji bilî Îmralîyê, girava ku damezrînerê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye, bi rêyên din jî didomin.
“Di navbera Rêber Apo û şandeya dewleta Tirkîyê de hevdîtin hene. Herwiha, li derveyî Îmraliyê jî di navbera tevgera me û şandeya dewleta Tirkiyê de hevdîtin têne kirin,” wî got.
Karayilan xwest ku rola Ocalan di pêvajoya aştîyê de bi awayekî qanûnî were naskirin. Wî herwiha qanûna çarçoveyî rexne kir û got ku qanûn mafên siyasî, çandî û zimanî yên Kurdan bi awayekî rêkûpêk û temam pênase nake.
Tirîyê valakirina çar bingehên li Metîna piştrast kir, lê ragihandinên Karayilan ên derbarê vekişîna hêzên PKK’ê ji bajarên Tirkîyê û ji tevahîya Metînayê hêj nehatine piştrast kirin.
Hejayê gotinê ye ku PKK’ê- ku di lîsteya terorê ya Tirkîyê, Amerîka û Yekîtîya Ewropa de ye- di 12’ê Gulana 2025an de hilweşîn û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ragihand. Rexistinê di 11’ê Tîrmeha 2025’an de jî li Silêmanîyê, bi merasîmeke sembolîk a şewitandina çekan, dest bi pêvajoya çekberdanê kir.
Piştî ku Tirkîyê di Tebaxa 2026’an de qanûna çarçoveyî pejirand, avêtina gavên qanûnî û vegera endamên berê yên PKK’ê hê jî girêdayê piştrastkirina fermî ya çekberdan û hilweşîna temamî ya rêxistinê ye.