Breaking News

Wezîrê Berevanîya Tirkîyê: Divê PKK'ê li gor Berpirsîyaryên Pêvajoyê Tevbigere

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Yaşar Guler (Arşîf)
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Yaşar Guler (Arşîf)

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Yaşar Guler îro Çarşemê ser prosesa nû ya aştîyê, ku li gor hikûmetê navê wê Tirkîyeya Bêteror e, peyivî.

Guler dîyar kir ku divê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û hemî komên girêdayî wê çekên xwe deynin, xwe hilweşînin û bi awayekî lezgîn li gor berpirsîyarîyên pêvajoyê tevbigerin.

Wî got ku di vê çarçoveyê de divê komên terorê yên çekdar ên li Sûrîyê jî entegrasoyna bi navenda dewletê re temam bikin ku yekîtîya axa wî welatî bo wan girîng e.

Guler dîyar kir ku ew ser vê mijarê kordînasyoneke xurt dimeşînin.

Bi berdewamî Guler dîyar kir ku ew bi hikûmeta navendî ya Îraqê re û bi Herêma Kurdistana Îraqê re jî bo berjewendîyên ewlekarîyê yên hevpar hevkarîyê dikin.

Serokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan do Sêşemê got ku li Girtîgeha Îmraliyê, sekreteryaya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye xurtkirin, û ewê bandorê li meşandina pêvajoyê bike.

Bakirhan dîyar kir ku sekreteryaya Ocalan jibo ew hîn çapik û kêrhatî bixebite hatiye xurtkirin.

Çaverê ye parlemana Tirkîyê di rojên pêş de ser çavdêrî û şopandina pêvajoyê komîsyonê ava bike.

XS
SM
MD
LG