Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Mehmet Aslan Bi Mercê Kontrola Edlî Hat Berdan


Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan ji 9’ê Rêbandan’ê ve li Zindana Antalya ya Tîpa L dihat girtin.

Ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Antalyayê ve bi tawanên wek “endamtîya rêxistinê terorê” û “Bi çêkirina nûçeyên provake kirina gel” dijî Aslan lêpirsîn lê hatibû vekirin Herwiha axaftinên Aslan yên bi çavkanîyên nûçeyan û nûçeyên wî wek delîl di dosyayê de cîh girtîbûn.

Îro jî roja Çarşemê runiştina yekê ya doza Aslan li Dadgeha Çaglayan a Îstenbul’ê hat dîtin.

Aslan ji zindanê bi rêya bi sîstema deng û dîmen (SEGBİS) tevlî runiştina dozê bû û parêzerên wî jî li dadgehê amadebûn.

Aslan di parastina xwe de tawanên dijî xwe red kir û wî got ku “Eger azadîya çapemenîyê hebûya, dê rojnamevan ne di zindanan de buna."+

Piştî parastina parêzeran jî dadgehê di derheqê Aslan de biryara berdanê da û runiştina duyan ya doza Aslan taloqî 14’ê Cotmeh’ê kir.

Parêzerê rojnamevan Aslan, Îslam Aslan jî dîyar kir ku îro hemî tawanên dijî Aslan xebatên rojnamevanîyê ne.

“Jiber ku Aslan bi piranîya nûçeyên xwe de binpêkirina mafên mirovan yên li zindanan anîye ziman û kirine nûçe ew tê sucdar kirin û darizandin. Armanca rojnamevanîyê çi ye? Armanca rojnamevanîyê ronikirina gel û ragihandina rastîyan e û Aslan jî bi temamî karê rojnamevanîyê kiriye.”

Herwiha parêzer Aslan jibo darizandina rojnamevan Aslan bawer dike ku darizandina dijî Aslan dijî rojnamevanîya dijber e û wî dîyar kir ku hem Ajansa Mezopotamya hem jî Aslan li ser xeta dijber rojnamevanîyê dikin.

Parêzer Aslan di qedandina axaftina xwe de jî anî ziman ku jibo ku Aslan bi hêsanî bikare xebatên rojnamevanîyê bike ewên jibo rakirina şerta kontrola edlî û rakirina qedexeya derketina derveyî welat serlêdanê bikin.

Hêjayî birxistinê ye ku li gor pêzanînên Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkîyê (TGS) li zindanên Tirkîye 43 rojnamevanên girtî hene û îro bi berdana rojnamevan Aslan ev hejmar daket 42’yan.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00


XS
SM
MD
LG