Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêketîyên Vîrusa Koronayê li Zindanên Tirkîyê jî Zêde Dibine


Jiber vîrusa koronayê û hejmara zêde ya girtîyan li zindanên Tirkîye, berîya çend rojan di meclîsa Tirkîyê de bi qanûnekê nêzî 100 hezar girtî hatibûn berdan.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi piştgirîya Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ev qanûn derxistîbû.

Lê hem Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), hem jî Partîya Gel a Komarî jiber ku qanûn dijî prensîba wekhevîyê dîtin piştgirî nedabûn vê qanûnê. Her du partîyan ev qanûn wek ‘’Efuya Taybet’’ bi nav kiribû.

Berîya demekê jî berdana nêzî 100 hezar kesan destpê kirîbû. Lê rojnamevan, akademîsyen nivîskar, parlementer û girtîyên sîyasî jî di nav de nêzî 70 hezar kes li derveyî qanûnê hatin hiştin.

Ev pêngava AKP û MHP’ê ev demekê di navenda rexneyan de cîh digire. Jiber ku li gorî parêzvanên mafên mirovan dibêjin ‘’Sucê terorê’’ di makezagona Tirkîyê baş nehatîye zelal kirin û dibêjin ku dijî prensîba wekhevîyê ye.

Herwiha jiber belavbûna vîrusa korona metirsîyên mezin di nav malbatên girtîyan de çêkirîye û dibêjin ku tedbîrên li girtîgehan kêm in.

Jixwe Serdozgerîya Komarî ya Bakirkoy’a Îstenbul’ê daxuyanîyek nû belav kir. Di daxuyanîyê de tê gotin ku di zindana Sîlîvrî ya Îstenbul’ê 44 pêketîyên vîrusa korona hene.

Di heman daxuyanîyê hat dîyar kirin ku rewşa tendirustîya girtîyan jî baş e.

Hevserokê Komela Alîkarî û Piştevanîya Malbatên Girtîyan (TUHAY-DER), Husnu Taş dîyar dike ku li gelek dewletan bi hezaran girtîyên sîyasî û edlî bi hev re hatin berdan.

‘’Li Tirkîye jî qanûnek nû bi destê AKP û MHP’ê hat çêkirin. Em wek sazî dibînin ku ev sê sal e AKP û MHP ser vê yekê şer dikin. Em dikarên bêjin ku ev qanûn jibo Alattîn Çakici û çeteyên di zindanê de ne.’’

Taş anî ziman ku bi derxistina vê qanûnê girtîyên sîyasî bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Dîsa ji Dadgeha Zagona Bingehîn jî xwest ku ev qanûn were betal kirin.

Şeref Kaya jî birayê girtîyê bi navê Eşref’e. Eşref ev deh sal in jiber sedemên sîyasî li zindana Manîsa dimîne û dadgeha bilind biryara dijî wî hatî dayîn berîya neh mehan betal kirîyê, lê heta niha jiber hin dosyayê din li pêşîya wî hene ew nehatîye berdan.

‘’Em dixwazin girtîyên me jî wek 90 hezar girtîyên din werin berdan û bi daxwaznameyan me xwest ku bila prensîba wekhevîyê pêk were’’

Lê li alîyeke din jî di zindanên Tirkîyê yek ji pirsgirêkên herî girîng jî, pirsgirêka girtîyên nexweş in.

Hêjayî birxistinê ye ku li gor daneyên Komala Mafên Mirovan (ÎHD) li zindanên Tirkîyê 1,564 girtîyên nexweş hene. Ji van girtîyan jî rewşa 590 girtîyan giran e.

Ev demeke dirêje aktîvîstên mafên mirovan daxwaza berdana girtîyên nexweş dikin, lê bi qanûna dawî jî girtîyên nexweş nehatin berdan.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00


XS
SM
MD
LG