Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Soylu Dibêje Ewê 1 Mîlyon Sûrî Vegerînên Welatê Wan


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu îro Înê got ku bi plana nû ya hikûmetê ewê 1 mîlyon hemwelatîyên Sûrîyê vegerînin welatê wan.

Soylu dîyar kir ku ewê di hefteya pêş de li Sûrîyê dest bi avakirina 240,000 avahîyan bikin.

‘’Weqfa Qatarê wê beşeke wan xanîyan ava bike û beşên din jî ji alîyê sazîyên din yên xêrxwazîyê werin çêkirin. Protokola bi Qatarê di meha Nîsanê de hat îmza kirin. Lê jiber şerê Rûsya û Ukrayna û erdhejê li ba ket.’’

Soylu da zanîn ku tevahîya avahîyan wê bi alîkarîyên xêrxwazan werin ava kirin û ji 2018’an vir ve li Tirkîyê hejmara koçberên Sûrî zêde nebûye.

Soylu, ku ji herêma 2’yê Stenbol wek parlamanter hatiye hilbijartin, got ku jiber ku ew niha parlamanter e, ewê ji wezîrîyê vekişe.

XS
SM
MD
LG