Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê 8 Çalakvanên Girtî Azad Dike


Raportên medya dibêjin desthilatdarên Tirkiyê 8 çalakvanên ku bi idîaya piştgiriya xwepêşandanên sala 2013an ên dijî hikûmetê hatibûn girtin, azad berdan.

Ew di nav 13 kesan de bûn ku roja Înê di operasyoneke polîs de li Stenbol û sê parêzgehên din hatibûn girtin, bi tawanbariya girêdana komeleyekê ku karsaz û çalakvanê mafê mirov yê zîndankirî Osman Kavala serokatiya wê dike.

Kavala hatiye tawanbarkirin bi hewla rûxandina hikûmeta Tirkiyê, lê bû bêhtirî salekê girtiye û hîn bi awakî fermî nehatiye tawanbarkirin.

Ajansa taybet a nûçeyan DHA ragihand ku 8 ji wan kesên girtî, di nav de profîsorên zanîngehê Betul Tanbay û Turgut Tarhanlî, hatin azadkirin piştî vekolînên îro Şemiyê.

Lêpirsîn bi yên din re hîn berdewamin.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka, Yekîtiya ewrupî û gurûpên mafê mirov banga berdana wan kirin.

XS
SM
MD
LG