Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî di Salvegera 103'an a Komara Tirkîyê de Banga Wekhevî û Demokratîkbûnê Dike

Dîmenek ji pîrozbahîyên alvegera 103’emîn a damezrandina Komara Tirkîyê,Enqere, 29'ê Cotmeha 2026'an.
Dîmenek ji pîrozbahîyên alvegera 103’emîn a damezrandina Komara Tirkîyê,Enqere, 29'ê Cotmeha 2026'an.

Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) di peyama xwe ya salvegera 103’emîn a damezrandina Komara Tirkîyê de, girîngîya welatîbûna wekhev anî ziman û bang li hikûmetê kir ku ziman, nasname, çand, bawerî û ramanên hemû kesan bi awayekî wekhev bên misogerkirin.

Di daxuyanîya hevbeş îro Pêncşemê de, Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari dîyar kir ku welatîbûn bê van misogerîyan kêm dimîne. Wan salvegera komarê wek derfetek ji bo nîqaşkirina paşeroja welêt nirxand.

Îro salvegera damezrandina Komara Tirkîyê ye ku di 29’ê Cotmeha 1923’an de hat ragihandin. Bi vê boneyê, li seranserê welêt merasîmên pîrozbahîyê tên lidarxistin, di demekê de ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û partîyên siyasî peyamên taybet weşandin.

Li gor daxuyanîya DEM Partî, hemû gel û bawerî, di nav de Tirk û Kurd, Sunî û Elewî, xwedî mafên wekhev in. Hevserokên DEM Partî got ku paşerojeke demokratîk tenê bi jiyaneke hevpar, ku her kes tê de xwedî mafê wekhev ê axaftin û biryardanê be, dikare were avakirin.

Hatimogullari û Bakirhan dadwerîya serbixwe, serwerîya hiqûqê, mafên mirovan, ragihandina azad, veqetandina hêza desthilatdarîyê û demokrasîya herêmî ya bihêz wek pêdivîyên komareke demokratîk rêz kirin.

Wan herwiha dîyar kir ku hembêzkirina nasnameyên cuda welatîbûna hevpar xurt dike û banga vekirina rê li ber aştîyê, siyaseta demokratîk û lihevhatina civakî kir.

“Dema ku di her warî de prensîpa demokratîk pîvan were giritn, ji qanûndanînê bigire heta mîmarîya sazîyan, komar dê bibe bingeha welatekî ku bi aştî û aramîya xwe were nas kirin,” hevserokan got.

Ozel: Siberoj a Gel e

Ozgur Ozel, Serokê Yenî Partî yê opozîsyona sereke ye, bi peyameke vîdyoyî salvegera damezrandina Komara Tirkîyê pîroz kir. Di peyama xwe de, Ozel li ser têkoşîna damezrandina komarê û berpirsyarîya li hember nifşên bê rawestîya.

Ozel destnîşan kir ku damezrînerên komarê ne tenê ji bo xwe, lê ji bo nifşên ku hîn nas nedikirin jî têkoşîn kirine.

Wî got ku avakirina siberoja nifşên bê û ya welêt berpirsyarîya îro ne, ya ti meqam an îmtiyazekê ye.

"Sibêroj a Gel e. Niha, erkê me ew e ku em siberoja kesên ku piştî me tên ava bikin. Ji ber ku li vî welatî, siberoj ne ya tî meqam û ne ya ti kesekî bi mafê taybet (îmtîyazî) ye," wî got.

Erdogan: Tirkîye ji bo Çareserkirina Nakokîyan Berpirsyarîyê Digire

Erdogan jî di peyama xwe ya vîdyoyî de li ser yekîtîya neteweyî, serxwebûn û pêşketinên di warên berevanî, enerjî, veguhestin û dîplomasîyê de sekinî.

"Wekî 86 mîlyon kes, bi yekbûna li dora nirxên me yên hevpar, emê armanca xwe ya 'Sedsala Tirkîyê' pêk bînin û bi hev re Komara Tirkîyê, ku em mîna hêza xwe ya yekgirtî dibînin, ber bi siberojek pir ronîtir ve bibin,” wî got.

Erdogan got ku Tirkîye, di demekê de ku şer û krîz li derdora wê û li cîhanê didomin, hem aramîya xwe diparêze hem jî ji bo çareserkirina nakokîyan berpirsyarîyê digire.

Wî diyar kir ku Enqere dê bi diruşma aştîyê li cîhanê, li herêmê û li welêt, hewlên xwe bidomîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG