Breaking News

Tirkîye Dibêje Ewê ji Malîzyayê Ti Penaber Neyên Welêt

Dîmeneke arşîvê ya penaberên Rohîngya
Dîmeneke arşîvê ya penaberên Rohîngya

Wezareta Ragihandinê ya Tirkîyê ragihand ku nûçeyên dibêjin wê penaberên Rohîngyayî yên li Malîzyayê li Tirkîyê werin bicîhkirin, ne rast in.

Cîgirê Serokê Malîzyayê Ehmed Zahîd Hamîdî do Înê ragihandibû ku wê 10 hezar penaberên Rohîngyayî bi kordînasyona Komîsyona Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) bo perwerdeya pîşeyan li Tirkîyê werin bicîhkirin.

Hamîdî dîyar kiribû ku hikûmeta Tirkîyê plana wan pejirandiye û gotibû ew bo kêşeya penaberan çareserîyên mayînde dibînin.

Piştî parvekirina Hamîdî li ser ajansên navneteweyî yên wek Reuters bû nûçe, wî bê ku tiştekî bibêje ew agahî ji hesabê xwe rakir.

Li ser bertek û nîqaşên li Tirkîyê, wezareta wê ya ragihandinê dîyar kir ku tevahîya wan îdîayan bêbingeh in.

Agahîyên UNCHR’ê raber dikin ku li Malîzyayê nêzî 200 hezar penaberên Myanmarî yên di qeydan de hene û ji sê parên wan du par Misilmanên ji Rohîngyayê ne.

Hikûmeta Malîzya di demên dawî de jiber barê aborî û girjîyên civakî bo penaberan li rêkên alternatîv digere.

XS
SM
MD
LG