Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje Ewê bi Rûsya re Derxistina Hêzên Kurdî ji Minbij û Kobaniyê Gotûbêj Bikin


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu îro Yekşemê got wê Tirkiyê û Rûsya di axaftinên Soçî yên hefteya bê de derxistina hêzên Kurdî ji bajarên Minbij û Kobaniyê gotûbêj bikin.

Di hevpeyvînekê de îro Yekşemê Cavusoglu got:

“Emê li gel Rûsya dûristina terorîstên YPGê ji sînorên xwe gotûbêj bikin… Em bawer in emê bigihin rêkeftinekê bi wan re ji bo siberojê, her wekû em berê jî rêkeftin.”

Hêzên Sûriya Demokrat û Dîmeşqê rêkeftinek li dar xist li dijî operasyona Tirkiyê, ku li gor wê hêzên hikûmetê derbasî bajarên Minbij û Kobaniyê bûn.

Di demekê de ku Enqera û Moskoyê pêwendiyên baş hene di derbarê hevrêziya wize û berevaniyê de, Mosko gotiye ku operasyona Tirkiyê li Sûriyê nayê pejirandin û pêwîste sînordar be.

Wezareta derve ya Rûsya doh Şemiyê gotibû ku berpirsên Rûsî roja Înê li gel Esed axivîn li dor pêwîstiya ku rewşê li bakurê rojhilatê Sûriyê gur nekin.

XS
SM
MD
LG