Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dezgehên Karsazî yên Tirkîyê Bo Çareserîya Pirsgirêkên Bazirganîyê Bang li Erebistana Saudî Dikin


berhemên derfirotî yên (Tirk Arşîv)
berhemên derfirotî yên (Tirk Arşîv)

Rexistinên karsazîyên sereke yên Tirkîyê îro Şemiyê bang li Erebistana Saudî kir da ku bo baştirkirina peywendîyên bazirganî gavan bavêjin, jiber ku pirsgirêkên kompanîyên Tirkîyê di karsazîya bi dewleta Erebî ya Kendavê re her diçe mezin dibin.

Heşt rexistinên karsazî yên Tirk, wek Desteya Têkiliyên Aboriya Derve (DEIK), Meclîsa Derkirîneran (TIM ), Yekitîya Civat û Borsayan (TOBB), kompanîyên derkirînên û qumaşan jî di nav de, roja Şemiyê daxuyaniyekê ragihandin û nerînên xwe dîyar kirin.

Di daxuyanîyê hat ragihandin ku her biryareke fermî an nefermî ya astengkirina bazirganîya di navbera her du welatan de, dê li ser têkiliyên me yên bazirganî encamên neyînî pêk bîne û zararê bide aboriyên her du welatan.

"Em ji nêzîkatîya cudakarî ya ku kompanîyên me li Erebistana Saûdî rû bi rû ne, pir xemgîn û ezic in. Em hêvî dikin kukarbidestên Saudî jibo çareserkirina pirsgirêkan biryarên berbiçav bigirin," di daxuyanîyê hat gotin.

Zêdetirî salekê ye, hinek bazirganên Saudî û Tirk îda dikirin ku Erebistana Saudî boykoteke nefermî ya derfirotina ji Tirkîyê bi kar tîne.

Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Erebistana Saudî dîyar kir ku karbidestan li ser berhemên Tirkîyê ti qedexe an sînordarkirin dananî ne.

Lê, hefteya borî, Ajlan el-Ajlan, serokê Civatên Bazirganî yên ne fermî yên Erebistana Saudî, banga boykotkirina berhemên Tirkîyê kir û sedem wek bersîva dijminatîya Tirkîyê didomîne, nîşan da.

Hejayê balkişandinê ye ku Erebistana Saudî û Tirkîyê ev çend sal in jiber sîyaseta derve û helwesta di derbarê komên siyasî yên îslamîst li hev nakin.

Kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, li konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê di 2018 de, alozîyên di navbera her du welatan de bi renegeke tund zêde kir.

XS
SM
MD
LG