Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peymana Mekkeyê Berevanîya Hevbeş Çalak Dike

Hevparên Peymana Mekka a Berevaniyê li Stenbol.
Hevparên Peymana Mekka a Berevaniyê li Stenbol.

Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkîyê roja duşemê biryar dan ku "bi lez û bez" derbasî cîbicîkirina pratîkî ya erkên berevanîya hevbeş di çarçoveya "Peymana Berevanî ya Mekkeyê" de bibin.

Li gor biryarê, hêz û şîyanên leşkerî yên derbarê wan lihevhatî kirin, dê bên dabînkirin û bi lez li Erebistana Siûdî bên bicihkirin. Ev biryar piştî civîna awarte ya Komîteya Stratejîk a Siyasî û Parastinê ya hevpeymaniyê li Riyadê hat dayîn.

Wezîrê Berevanîyê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman li ser platforma "X"ê ragihand ku Komîteyê, di civîna xwe ya awarte de, careke din piştevanî û yekîtiya welatên endam di rûbirûbûna êrişên dijwar ên li dijî Erebistana Siûdî û cihên pîroz de piştrast kir.

Her sê welatan di daxuyaniyek hevbeş de gotin ku civîn ji bo gotûbêjkirina “pêşketinên ewlehiyê û gefên li dijî Erebistana Siûdî” hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bicihkirina hêz û şîyanên leşkerî dê “li gorî rêkeftinên hatine pejirandin û yasayên navxweyî yên welatên endam” bê kirin.

Armanc ew e ku amadekariya leşkerî, hevahengiya di navbera hêzan de û şiyana wan a hevbeş ji bo rûbirûbûn û bersivdana gefan bê xurtkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG