Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MEDAR Raporta Bandorên Qanûna Medya Civakî Li Ser Azadîya Çapemenîyê Parve Dike


Komela Lêkolînên Medyayê (MEDAR) bandora Qanûna Medya Civakî ya li ser biryarên rakirina naveroka nûçeyan û azadîya çapemenîyê ya li Tirkîye raportek amade kir û parve kir.

Di vê raporta bi navê "Lêkolîna Şopandina Bandorên Qanûna Medya Civakî Yên Li Ser Azadîya Çapemenîyê" de, 658 nûçe di çarçoveya fermanên rakirina naveroka nûçeyan yên di navbera Cotmeh’a 2020’an û Nîsan’a 2021’an de hat lêkolîn kirin û analîz kirin.

Li gor heman raportê di nav 35 sazîyan de bi 80 nûçeyan herî zêde biryarên rakirina nûçeyên jibo rojnameya Cumhurîyet’ê hatiye dayîn. Herwiha dûrve bi 68 nûçeyan rojnameya Bîrgun’ê û ODA TV jî bi biryara rakirina 52 nûçeyan di rêza sêyan de cîh digire.

Dîsa li gor heman pêzanînên raportê, herî zêde fermanên rakirina nûçeyan ji hêla karsazan hatine xwestin. Piştî vê jî wezîr û parezêran herî zêde daxwaza rakirina nûçeyan kirine.

Li alîyekî din ve jî raport dîyar dike ku ji 658 nûçeyan 580 nûçe bi sedema “Binpêkirina mafên kesane” biryara rakirinê hat dayîn.

Dîrektorê projeye yê " Lêkolîna Şopandina Bandorên Qanûna Medya Civakî Yên Li Ser Azadîya Çapemenîyê" Gurkan Ozturan dîyar dike û ew dibêje ku “Divê hikûmet ‘Qanûna Medya Civakî’ careke din li gor azadîya xwe îfadekirinê were sererast kirin ku ev qanûn dibe sedema sansurkirina gelek nûçeyan.”

“Ji sala 2007’an û pê ve li ser medyayê sansurek mezin berbiçav zêdetir xuya dike. Ev zêdetir dibe sedema binpêkirinên mafê bidestxistina agahîyan û azadîya ramanê. Ev qanûn ji sala 2009 û 2014 û salên piştre jî hertim hat berfirehtir kirin. Bi vê yekê ve girêdayî zêdetir nûçe hatin astengkirin, rakirin û herî dawî di Cotmeh’a 2020’an de bêyî biryarên dadgehan jî di nava 24 seatan de dikare ku ev nûçeyan werin rakirin.” Wî got.

Ozturan herî dawî jî li ser biryarên rakirina nûçeyan jî bawer dike ku ev yek dê di pêşerojê de jibo lêkolîn û arşîvan bibe sedema kemahîyan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00


XS
SM
MD
LG