Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Serbazên Din Yên Tirkîyê Di Operasyonên Sînorî De Têne Kuştin


Wezareta berevaniya Tirkîyê îro Yekşemê got ku du serbazên wan yên din di operasyonên sînorî yên Îraq û Sûriyê de hatine kuştin. Doh Şemiyê jî du serbazên Tirkîyê hatibûn kuştin.

Piştî kuştina du serbazan roja Şemiyê di êrîşekê de li herêma Idlibê, hikûmetê got yek ji sê kesên ku di êrîşê de birîndar bibûn, mir.

Herêma ku bi navê “kêmkirina girjiyan” tê naskirin li başûrê Tirkîyê, ew devere sereke ye ku hîn di bin destê serhildêrên Sûrî de ye û beşek e ji deverên ku Tirkîyê û Rûsya nobedariyên hevbeş lê dikin.

Wezaretê got kuştiyê çarem li bakurê Îraqê bû, piştî êrîşeke “cudaxwazên terorîst” li dijî erebeyeke leşkerî ya Tirkîyê ku ji bingehekê der diket. Serbazekî din jî di wê êrîşê de birîndar bû, li gor wezaretê.

Operasyona Tirkîyê li Îraqê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) ye ku bingehên xwe li wir hene.

PKK, ku ji sala 1984an ve şerekî çekdarî li Tirkîyê dike, ji aliyê Tirkîyê, Amerîka û Yekîtiya Ewrupî ve wek rêxistineke terorîst tê naskirin.

Di encama şerê PKK û Tirkîyê de bêhtirî 40,000 kes hatine kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG