Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê Êrîşa Tirkiyê li Silêmaniyê Şermezar Dike


Syrian Kurds
Syrian Kurds

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê ji raya giştî re êrîşa li ser Firokxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş “beşek e ji êrîşên berê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê û Başûrê Kurdistanê ”, li gor ajansa Hawar ya nûçeyan (ANHA).

Di daxuyaniya PYDê de hat gotin, "Şeva borî dewleta Tirkiyê a dagirker êrîşî Firokxaneya Sivîl a Silêmaniyê kir, li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên fermî yên Walîtiya Silêmaniyê ve hatine piştrastkirin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) vê êrîşa hovane ya li ser firokxaneya sivîl a Silêmaniyê bi tundî şermezar dikin û weke beşek ji êrîşên berê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û başûrê Kurdistanê dinirxînin."

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) Mezlûm Ebdî jî îro Şemiyê di Twîtekê de ev êrîş şermezar kir û got ew cûre êrîş li Îraq û Sûriyê encamên metirsîdar li xwe digrin.

Ebdî got,”Em bi tundî armancgirtina firokxaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin, ev binpêkirin li Îraq û Sûriyê berdewam in û wan bandorên xwe yên metirsîdar hene “.

Di berdewamiya twîta xwe de Ebdî bal kişand ser helwesta bi Yekîtî Niştimanî Kurdistanî (YNK) re û got, “helwesta YNK tirkioyê tore dike.”

W’ got,”Em d; bi peywendiya xwe ya li gel bira û hevbendên xwe yên li Silêmaniyê re berdewam bin û em li dijî van binpêkirinan di yek rêzê de ne.“

Di medyayên Îraqî de hat belavkirin ku êrîş bi firokeyên bê firokevan (dron) ên Tirkiyê li nêzîkî helîkoptera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêk hatiye.

Piştr hat belavkirin ku Mazlûm Ebdî vegeriyaye bakur û rojhilatê Sûriyê û ti zerar negihiştiye wî yan tîma wî.

Ji aliyê xwe ve Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser armancgirtina Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî daxuyanî da û ragihand ku ew agahî “ne rast in.”

HSDê di daxuyaniya xwe de got:

"Hemû nûçeyên ku îdia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armancgirtin ne rast in".

Her wiha HSDê tekez kir ku fermanadarê giştî li ser karê xwe ye.

Şopîner bawer dikin ku helwên Turkîyê yên armanckirina Fermandarê HSD berdewam hene.

Li gorî şopîner Dilbirîn Xelo, ev ne tenê bi armanceke leşkerî Turkîyê ve girêdayî ye. Xelo dibêje ku serokê Turkîyê dixwaze berîya hilbijartinan êrîşke dijî HSD pêkbîne û vê êrîşê di pêşbirka hilbijatatnan bikar bîne.

Li aliyekî din, berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino, di derbarê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva rojnameya (The Wall Street Journal) da.

Berdevkê CENTCOMê Joe Buccino piştrast kir ku li firokxaneya Silêmaniyê di dema êrîşê de karmendên leşkerî yên Amerîkî jî hebûn, lê kuştî û birîndar çênebûn, û diyar kir ku ew li ser êrîşê lêkolîn dikin.

Ev bûyer di demekê de ye ku Tirkiyê ji 3ê Nîsanê ve heta meha Mijdarê hemû geştên ji bo Firokexaneya Silêmanî rawestand.

Ji bo guhdarîkirina li raporta Zana Omer di vê derbarê de fayla deng veke

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG