Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê Biryarê li dor Doza Vartînîsê Dide


 Malbata ku hatiye şewitandin
Malbata ku hatiye şewitandin

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê li ser bûyera kuştina malbateke Kurd ku wek “komkujîya Vartînîs” tê zanîn bîryara xwe eşkere kir û got ku fermandarê leşkerîyê yê bajarokê Korkuta Muşê Bulent Karaoglu fermana kuştinê daye.

Di doza Vartînîsê de fermandarê Tirk Karaoglu û leşkerên Tirk bi tawana di 2’ê Cotmeha 1993’an de li gundê Vartînîsa Muşê bi şewitandina malbateke Kurd, tên darizandin.

Piştî 28 sal an Dadgeha Bilind ya Tirkîyê biryara Dadgeha Giran ya Kirikkalê xirab kir û derheqê 3 leşkerên Tirk de biryara bereatê da û dîyar kir ku Karaoglu fermana şewitandina avahîyê malbata Ogut daye û bûye sedemê kuştina 7 jê zarok 9 kesan.

Piştî vê bîryarê dê dîsa darizandin li Dadgeha Giran ya Kirikkalê destpê bike.

Parêzerê qurbanîyan Serokê Baroya Muşê Kadîr Karaçelîk got ku ew dê jibo girtina Karaoglu ji dadgehê daxwaz bikin û di heman demî de îtirazî beraata 3 leşkerên bikin.

“Biryara dadgehê jibo ronîkirina bûyerê têra nake, lê dîsa jî bo piştrastkirina bûyrê ku bi destê leşkerên Tirk ve hatiye kirin, giring e.”

Li gor qanûnên Tirkîyê divê dozên bi vî şiklî di nava 30 salan de encam bide. Li ser bûyera Vartînîsê re 28 sal derbaz bûne. Karaçelîk jî dibêje ku metirsîya wan heye ku pêvajoya darizandinê dirêj bibe û doz betal bibe.

Parlamenterê Partiya Demokrasîyê (DEP) yê wê demî Sirri Sakik ku li ser vê bûyerê raporek amade kiribû, got ku mixabin bûyerên bi vî şiklî bê ceza dimînin.

“Di salên 90’an de 3,500 gundên Kurdan hatin şewitandin. Dema maxdur Kurd be an kujer naye dîtin, an tê beraat kirin, an jî jiber darizandinên dem dirêz doz tên betal dibin. ”

Sîyasetmevanê Kurd Sakik roja bûyerê wiha birxist.

“Min ji Komîsyona Mafê Mirovan ya parlemana Tirkîyê daxwaz kir ku em bi bevra biçin cîhê bûyerê, lê nehatin. Ez tenê çûm gundê Vartînîsê û min tarmê zarokên şewitî ji nava kavilan derxist. Her kes dibêje di wê bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest daye, lê kabanîya malê ducanî bû û zarokê di zikê wê de jî miribû. Heya me tarmê 10 kesan binax kir, di heman rojê de leşkerên Tirk li ser gundê me da jî girtin û 5 xizmên min di nava malekê de şewitandin.”

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG