Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Şemiyê got ew hêvî dike berpirsên Swêdê rê nedin xwepêşandanekê ku dê tê de Quran bê şewitandin.
Çavuşoglu ji rojnamevanan re got, "Li gel hemû hişyariyên me jî ev destûr ji vî kesî re tê dayîn. Ev kiryara qirêj wê demjimêr 4ê piştî nîvro bi demaTirkiyê pêk were, ez hêvî dikim ku berpirsên Swêdî heta wê demê tedbîrên pêwîst bigirin û destûrê nedin."
Çavuşoglu her wiha got, ev xwepêşandan nikare weke azadiya derbirên were binavkirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî îro Şemiyê ragihandibû ku serdana plankirî ya heftiya bê ya hevtayê wî yê Swêdî bo Enqerê hatiye jinavbirin, piştî ku berpirsên swêdî destûra xwepêşandanên li Stockholmê dabûn.
Tirkiyê roja şemiyê Swêd bi dayîna "çira kesk” bo siyasetmedarekî rastgirê tund" tawanbar kir û gazî balyozê Swêdê kir.
Kanala fermî ya Tirkiyê "TRT" di twîtekê de li ser zimanê Akar ragihand ku "serdana wezîrê berevaniyê yê Swêd bo Tirkiyê êdî bê wate ye piştî rêdana şewitandina Quranê li Stokholmê.”
Wezareta derve ya Tirkiyê gazî balyozê Swêdê yê li Enqerê kir û "bi tundî rêdana şewitandina Quranê li ber balyozxaneya Enqerê li Stockholmê şermezar kir, li gor Ajansa nûçeyan a Tirkîyê Anadol.
Nûnerê Rêveberoya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Swêdê Şiyar Elî di peywendiyeke telefonî de li gel Dengê Amerîka anî ziman ku ew wek kes û wek nûneratî tevlî wê xwepêşandana şewitandina Quranê nabin lê ew piştgiriya azadiya derbirînê li Swêd dikin.
Elî got,” Ev kesê rasgirê tund yê Swêdî (Rasmus Paludan), kesekî nijadperest e û berê li dijî misilmanan çalakî kirine û niha wî rêdana çalakiya xwe ya îro standiyê û dê pêk bîne. Li hemberî wê jî hejmareke mezin ya rêxistin û saziyên sivîl , ku di nav wan de Kurd jî hene, îro rêveçûnekê li dijî destêwerdana Erdogan di nav prinsîbên welatê Swêd de li dar dixin.”
Wî bal kişand ser wê yekê ku ew wek nûnertiya Rêveberiya xweser tevlî vançalakiyan nabin û “em karekî ji bo têkiliyan, ji bo dîplomasiyê û ji bo mafên gelê xwe bi hemî aliyan re gotûbêj dikin, lê ne di çarçoweyeke wiha de.”
Tê zanîn ku Tirkiyê rê li pêş endamtiya Swêd û Finlendayê bo NATO digre û wan bi vehewandina çalakvanên Kurd û alîgirên partiya Karkerên Kurdistanê PKKê tawanbar dike.
Swêdê gotibû ku ew xemên Tirkiyê yên ewlekariyên didin ber çavan lê nikarin û naxwazin hemî daxwazên Enqerê pêk bînin.