Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Hêzên Xwe li ser Sînorê Sûriyê Kom Dike


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov û medya Tirkiyê dibêjin Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê li nêzîkî bajarê Minbijê kom kirine.

Tirkiyê gotibû ewê êrîşa ku soz dabû pêkbîne paş bixe, piştî biryara serokê Amerîka ya vekişîna hêzên Amerîkî ji wê herêmê.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soz daye ku şervanên Kurd ji wan navçeyan derxe.

Çavdêriya Sûrî got hêzên Tirkiyê hatine şandin bo eniyên pêşîn ên şer li gel Minbijê.

Ajnasa nûçeyan a Tirkî IHA îro Yekşemê ragihand ku şeva borî karwasnekî hêzên Tirkiyê hate şandin bo Sûriyê.

XS
SM
MD
LG