Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê ji Hêzên Sûriyê Dixwaze ji Sînor Dûrkevin


Ibrahim Kalin

Peyvdarê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje Tirkiyê dixwaze hêzên hikûmeta Sûriyê ji herêma sînorî dûrkevin da ku ew karibin 2 milyon penaber li wir bicih bikin.

Îbrahîm Kalin di hevpeyvînekê de ji ajansa Associated Press re got wê serok Erdogan vê pirsgirêkê li gel serokê Rûsya Vladimir Putin gotûbêj bike di kombûna Soçî de roja Sêşemê.

Hêzên hikûmeta Sûriyê li hin herêmên sînorî belav bûn wek beşek ji rêkeftinekê bi hêzên Kurdî re, piştî êrîşa Tirkiyê li dijî wan.

Kalin got penaberên Sûrî naxwazin biçin navçeyên bin kontyrola rêjîma Esed.

Wî got:

“Ev yek ji mijarên ku emê bi Rûsan re gotûbêj bikin, ji ber ku em naxwazin penaberan bi darê zorê bibin cihekî ku ew nexwazin. Em dixwazin rewşekê ava bikin ku ew tê de karibin vegerin û hest bi aramiyê bikin.”

XS
SM
MD
LG