Karbidestên Tirkîye û Sûrîyê ragihandin ku ew jibo vekirina derîyê sînor yê Nisêbîn û Qamişlo dixebitin, jiber ku her du welat dixwazin ku bazirganîya dualî berfireh bikin û xetên veguhastinê li seranserê herêmê xurt bikin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Omer Bolat piştî ku li Enqerê bi Quteybe Bedewî, serokê Desteya Giştî ya Sînor û Gumrikê ya Sûrîyê re civiya, ev plan eşkere kir.
"Em bi hev re dixebitin da ku Derîyê Gumrikê yê Nisêbîn û Qamişlo di zûtirîn dem de were vekirin," wî got.
Şandeyek Sûrîyê ya bi seroktîya Bedewî roja Çarşemê di civîneke bi wezîr Bolat û karbidestên din yên Tirkîyê re de, rewşa têkilîyên aborî û bazirganî yên di navbera her du welatan de û rêkên hevkarîya hevbeş gotûbêj kirin, li gor ajensên fermî yên her du dewletan Anadolu û SANA.
Bolat bi berdewamî got ku bazirganî û rêwîtîya li derîyên sînor yên Tirkîyê û Sûrîyê niha bênavber didome, û her du hikûmet armanc dikin ku heta dawîya vê sale (2026) derîyê sînor yê Nisêbîn û Qamişlo jibo trafîka bazirganî, rêwîyan û veguhestînê vekin.
Quteybe Bedewî jî ragihand ku aniha di navbera Sûrîye û Tirkîyê de " 6 derîyên sînor bi kapasîteya tam dixebitin ku 5 ji wan jibo trafîka bazirganî û rêwîyan vekirî ne, û li derîyê Sînor yê Kesepê tenê trafîka rêwîyan pêk tê.
“Derîyê Sînor yê Nisêbîn û Qamişlo jî wê di demek nêzîk de vebe. ku jimara derîyên sînor yên ku 24 demjimêrn dixebitin, wê bibe 7," Bedewî got.
Derîyê Sînor yê Nisêbîn û Qamişlo piştî destpêkiirna şerê navxweyî yê Sûrîyê ji 2011’an vir ve, ev nêzî 14 salane girtî ye.
Hêjayê gotinê ye ku vebûna Derîyê Sînor yê Nisêbîn û Qamişlo di warê siyasî de jî girîng e.
Qamîşlo navendeke sereke ya rêvebirîya bi pêşengîya Kurdan bû ku di dema şerê navxweyî yê welêt de piraniya bakurê rojhilatê Sûrîyê kontrol dikir.
Ev derîyê sînor ve Nisêbîne, navçeyek e bajarê Merdînê ye ku bi piranî Kurd ê, gîrêdayê Qamîşlo bike, bajarek sereke ya Kurdan.
Vekirina derîyê Sînor yê Nisêbîn û Qamişlo piştî 14 salan, dikare jibo heremên Kurdan derfetên girîng yên civakî û bazirganî derxîne holê.
Hêzên hikûmeta Sûrîyê di Sibata 2026’an de ketin bajêrê Qamişlo, di çarçoveya peymaneke bi piştgirîya Amerîkayê ku entegrasyona bi qonaxî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) yên bi pêşengîya Kurdan û saziyên herêmî tevî hikûmeta navendî ya Şamê pêk bîne.
Kontrolkirina derîyên sînor yên Sûrîyê yen li herema Kurdan, yek ji mijarên danûstandînên ser peymana entagrasyonê ya di navbera Şam û karbidestên revebirîya HSD de bû. Lê, heya niha ne daxuyanîyên ji Tirkîyê û ne jî yên Sûrîyê diyar nabe ku ka gelo karbidestên herêmî yên Kurd wê di xebitandina derîyê de xwedî rolekî bin yan na.
Loma vekirina derîyê Nisêbîn û Qamişlo di asayîbûna aborîya Tirkîye û Sûrîyê de dikare hem bibe gaveke pratîkî û hem jî jibo Kurdên bakur û rojhilatê Sûrîyê wê bibe testek e berbiçav, ka ew di sîstema siyasî û rêvebîriya nû ya Şamê de çawa têne entegere kirin.