Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje 41 Bergumanên Daişê Careke Din Hatine Girtin


Wezareta navxweyî ya Tirkiyê dibêje 41 bergumanên Daişê careke din hatine girtin piştî ku ew ji kampeka bakurê rojhilatê Sûriyê reviyabûn demekê, berê vê hefteyê.

Suleyman Soylu got 195 bergumanên Daişê berê jî di cih de hatibûn girtin.

Axaftinên wî îro Şemiyê li ser tilfizyona Tirkî hatin belavkirin.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hêzên Kurdên Sûriyê tawanbarkirin bi azadkirina 750 çekdarên Daişê û malbatên wan di dema operasyona Tirkiyê de.

Ajansa taybet a nûçeyan IHA got welatiyên Tirk di nav girtiyan de hebûn, ew bi vanan hatin derbaskirin bo Tirkiyê û dê li wir bên zîndankirin û dadgehkirin, li gor Erdogan.

Dezgeha ragihandina ya bi zimanê Înglizî TRT World got endamên Daişê û malbatên wan ji aliyê hêzên opozisyona Sûrî ve hatin girtin. Xwedî nasnameyên biyanî, ku jimarek ji wan Ewrupî ne, hatin veguhestin bo herêma bakurê Helebê ku di bin kontrola Tirkiyê de ye.

Tê zanîn , hêzên Kurdî ji aliyê xwe ve Tirkiyê bi piştgiriya Daişê tawanbar dikin û dibêjin ew dixwaze wan azad bike.

XS
SM
MD
LG